Ez cejna malbatên şehîdan û enfalkiriyan jî pîroz dikim, cejna malbatên kurdên êzîdî yên ku hîn mirov û zarokên wan di destê DAIŞê de ne jî, pîroz dikim û hêvîdar im Newroza bê ew jî di nav me de li Kurdistanê bin.
Ez cejna tevahiya pêşmergeyên wêrek û mêrxas ên Kurdistanê pîroz dikim û ji wan re dibêjim: We bi serkeftina xwe di şerê DAIŞê de Newroz bi mêrxasî û destaneke din dewlemendtir kir.
Mixabin şerê DAIŞê û kirîza aborî bandorek nebaş li ser rewşa Herêma Kurdistanê kiriye lê ez piştrast im ku gelê Kurdistanê dê vê kirîzê jî derbas bike, terorê bişkêne û Kurdistan dê li ser pêşketinê berdewam be.
Ez hêvîdar im hêz û partiyên Kurdistanê bi helkefta Newrozê li hev rûnên û arîşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin. Di qonaxa bê de pêwîstiya me bi yekrêziyek zêde heye da ku em bikarin bi ser kevin, Kurdistanê biparêzin û destkeftên zêdetir ji gelê xwe re qezenc bikin.”