Serrûpel Nûçe Hem bimeşî hem mesajan binivisînî qedexe ye

Hem bimeşî hem mesajan binivisînî qedexe ye

Belav bike

Li Emerîka li eyaleta New Jersey li ser daxwaza endamê meclîsa Partiya Demokrat Pamela Lampitt, wê nivîsandina esajên telefonan (SMS) yan jî Facebook û Chatkirin di dema meşa li kolanan wê were qedexekirin. Sedema qedexekrinê jî ewe ku xeterê li ser jiyana mirovan çêdike.
Li gor lêkolîneke zankoya William Paterson li Emerîka di sala 2010 de, ji ber nivîsandina wan mesajan bêhtirî 4 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û 70 hezar kes jî birîndar bûbe. Her kesê ku di dema meşê de mesajên telefonan binivisîne wê 50 dolaran ceza bide.