Serrûpel Nûçe “Tiştek were serê Brahîm Biro PYD berpirs e”

“Tiştek were serê Brahîm Biro PYD berpirs e”

Belav bike

Berî çend rojan, saziya bi navê malbatên şehîdan ya ser bi kantona Cizîrê ve, li dijî serokê ENKS Brahîm Biro, Fuad Elîko û Hekîm Beşar, bi sûcê xiyanet dijmintiyê doz li dijî wan vekir û girtin û cezakirina wan daxwaz kir.

Li ser vê yekê ENKS daxuyaniyek belav kir û têde ragihand ku doza PYD li dijî serkirdeyên ENKS şanoyeke û ew şano bi navê malbata şehîdan li Qamişlo hatiye çêkirin û teslîmî dîwana bi navê edaletê kiriye.

ENKS dibêje ew daxuyaniya PYD ku têde girtin û mehkemekirina serkirdeyên ENKS daxwaz dike, şerekî eşkere û li dijî wan kesan û eger tiştek were serê wan, çi li hindir welat çi jî li derveyî berî her kesî PYD berpirse.

Her wiha ENKS ji civaka navdewletî û dezgehên mafên mirovan xwest ku bi wezîfeya xwe rabin û rê li ber binpêkirinên PYD bigirin.