Kêrî diyar ku Rûsya û Emrîka li hev kirine ku Esed dev ji destholatê berde û here welatekî din, lê heya niha Emrîka dema derketina Esed eşkere nekir ye, herweha welatê ku birayre Esed lê bicî bibe, ew jî nehatiye eşkerekirin.
Navhatî ji dezgehên ragihandinê re tekez kir, ku lihevkirina welatê wî li gel Rûsya gellekî zelale, û got: Di dawiyê de, wê Beşar Esed ji desthilatê derkeve.
Berdevkê serokê Rusya Dîmîtrî Bîskov jî, ji rojnameyeke erebî re ragihand ku li ser çarenivîsa Esed, tu lihevkirin di navbera wan û Emerîka de çênebû ye.