Serrûpel 2016 Adar

Arşîva mehane: Adar 2016

“Dev ji serhişkiya xwe berdin“ (Vîdyo

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, heta niha ti welatekî cîhanê ti alîkariyeke darayî neya Herêma Kurdistanê. Barzanî her wiha got, her stratejî û pilana ku bêyî kurdan li Rojhilata Navîn were bicîhanîn, dê bi ser nekeve.

Êdî PKK li şûna Kurdistanê Erdogan dixwaze

Hevserokê KCK got, di dema bê de armanca wan ya sereke jinavbirina Receb Teyib Erdogan e. Cemîl Bayîk di hevpeyvînekê de got: Xebata vê qonaxê xebata man û nemanê ye û armanca wan ya sereke jî tinekirina Erdogan û derxistina AKP ye ji destelatê. Bayik berdewam kir û got, Eger Erdogan di şerê wan de serkeftin bidest xist, wê demê demokrasî têk diçe, ji ber vê yekê jî ewê rê li ber dîktatoriya Erdogan bigirin.

Barzanî: Kurdên Sûriyê weke şerker têne bikaranîn

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, xwmxuriya xwe li ser Kurdên rojavayê Kurdistanê anî ziman û got nizanim piştî bi dawîhatina şer çi çêdibe, ji ber ku Kurdên Sûriyê weke şerker têne bikaranîn.

Êdî kantonên Rojava namînin

Roja çarşembê, 16ê avdarê biryara helweşandina kantonan û damezandina Federalîzmê ji bo Rojavayê Kurdistanê tê ragihandin. Çavkaniyeke taybet ji komîteya amdekar ya konfransa gotobêjkirina sîstema rêveberiya nû ji tora mdyayî ya Rûdawê re agihand, ku wê roja çarşemê li bajarokê Rimêlan, konfirans were ldiarxistin û wê têde biryara helweşandina kantonan û ragiandina sîstema Federal were dayin.

Li Nisêbîn û Geverê qedexeya derketina derve

Biryara qedexekirina hatin û çûnê li Gevera Colemêrgê û Nisêbîna Mêrdînê hate ragihandin û artêşa tirkiyê bi armanca pêkanîna operasyonan, hêzeke mezin bi tank û panzer û çekên giran şandin wan navçeyan.

Li Frankfurtê Grafittiya Alan hate çêkirin

Cihek nema ku wêne û dîmenên Alan Kurdî yê 3 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê, ku li ser rêya Ewropayê xeniqî û behrê avêt beravên Tirkiyê yên li nêzîkî bajarê Bodrumê, lê belav nebe.

Daleqandina wêneyên şehîdên El Wehde qedexe bû

Partiya el-Wehde li Serê Kaniyê daxuyniyek belav kir û tê de grûpek ji saziya malbatên Şehîdan ser bi Rêveberiya Xweser ve tohmetbar kir ku sivikatî bi şehîdên partiya navborî kiriye.

Yaşar Kaya li Hewlêrê hate veşartin (vîdyo)

Yaşar Kaya li Hewlêrê hate veşartin (vîdyo)

“Serxwebûn li ser destê zarokekî be ez dê destê wî maç bikim“

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, xwîna vê carê ya Kurdan ku hatiye rijandin bo serxwebûnê hatiye rijandin û got: “Yan emê hemû ji nav biçin yan jî emê serbixwe bin.”

Kantona Efrînê: Apo xayîn e!

Kantona Efrînê, di daxuyaniyekê de serkirdeyê PDK-S li Efrînê Ebdulrehman Apo, bi sûcên giran tewanbar dike û wan sûcan jî weke sedema girtina wî tîne ziman.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com