Serrûpel Nûçe Li Frankfurtê Grafittiya Alan hate çêkirin

Li Frankfurtê Grafittiya Alan hate çêkirin

Belav bike

 

Ji kovara satîrê ya frensî “Charlie Hebdo”, heta hunermendê çînî yê naskirî Ai Weiwei, bi gellek reng û şêwazan Alan Kurdî bû mijara huner û wêjeya cîhanî.

 

Ev çend roj in ku Almanyayê jî êdî bûye xwedî Alan Kurdiyê xwe. Li dîwarekekî li ber çemekî di nav bajarê Frankfûrtê de, dîmenekî graffîtî yê li ser 120 metreyên çargoşe mezin hatiye çekirin ku bala xelkê bajêr dikişîne.

 

Wêne ji aliyê herdu hunermendên graffîtî yên ji Frankfûrtê Justus Becker û Oguz Şen ve hatiye çêkirin. Wêne li nêzîkî Bankeya Navendî ya Ewropayê û di jêr navê “Ewropa mir – Mirin û pere” de hatiye çêkirin.

 

Hunermend Becker li ser sedema hilbijartina wêneyê Alan got: “Vî wêneyî gellekî ez di jêr bandora xwe de hiştim. Û min ji xwe re got giring e ku ev wêne li vir jî hebe. Ji ber ku heta li pêş deriyê xelkê pêk neyê, wan eleqedar nake.” 

 

Hunermend Şen jî diyar kir ku destpêkê bi wî giran bû ku wêneyê Alan li ser dîwêr çêbike: “Min ji xwe re got: Ez nikarim û ez naxwazim jî. Lê mirov diçe malê û van pinpêkirinên maf û nirxên mirovan dibîne û min ji xwe re got divê em çêkin.”


Tevî ku herdu hunermend ji bo bajarvaniya Frankfûrtê berheman çêdikin, lê wêneyê Alan Kurdî wan li ser hesabe xwe çêkir, ji ber weke ew dibêjim “ew naxwazin ku qedera wî zarokî û yên weke wî bê jibîrkirin”.



Peykerê Alan Kurdî li ser dîwar, bajarê Frankfurt ê Almanya (Rûdaw)