Serrûpel Nûçe Kirby: YPG ne rêxistineke terorîst e

Kirby: YPG ne rêxistineke terorîst e

Belav bike

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Ashton Carter, ragihandibû ku peywendiyên YPG û PKKê bihev re hene.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby, li Washingtonê di civîna rojane ya rojnamegerî de, li ser mijarê bersiva rojnamevanan da.

Senatorê Carolina Başûr Lindsey Graham, ji Carter pirsî bû ka gelo peywendiyek di navbera YPG û PKKê de heye yan na? Wî jî gotibû belê heye.

Di civîna rojnamevanî de Kirby, diyar kir ku Carter azade nerîna xwe û wezareta berevaniyê bîne ziman û careke din got, ewê li ser hevkarîya Kurdan berdewam bin ku niha bi awayekî aktîf şerê DAIŞê dikin.

Li ser pirsa hun dikarin bibêjin tu girêdanên YPGê bi PKKê re tune ne? Kirby wiha bersiv da: “Ez vekirî bibêjim, berê jî min got, di nêzîkbûna me ya derbarê PKK û YPGê de tu guhertin çênebûye.”

Kirby dubare kir û got, ew PKK weke rêxistineke terorîst dibînin, lê YPG ne terorîst e.