Di civînekê de, bi minasibeta detbikarbûna wê weke konsula giştiya konsulxaneya Komara Çekê li Hewlêrê, serokwezîrê Kurdistanê pîrozbahî li Êva Derdakova kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û jê re got ku hikûmeta herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar amadene pişgiritya kar û xebatên wê û konsolxaneya Çekê li Hewlêrê bikin.
Di civînê de, Derdakova tekîd kir ku welatê wê dê li ser piştgirî û alîkarîkirina pêşmergeyê Kurdistanê di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de berdewam be. Wê behsa pirojeyên li herêma Kurdistanê bi cî dike weke; sponserkirina kampa Aşitî ji bo koçber û penaberan li Silêmaniyê, dirustkirina avahiya dêrekê ji bo mesîhîyên Alquşê, vekirina kursên pêwît ji bo pizîjkên Kurdistanê li paytexata Çekê, çareserkirina pêşmergeyên birîndar li nexweşxaneyên taybet yên arteşa Çekê û avakirina wan deverên ji bin destê DAÎŞê tên rizgar kirin kir.
Her du aliyan tekîd li ser xurtkirina têkeliyên dualî kir û behsa rewşa herêmî bi giştî û Îraq û herêma Kurdistanê bi taybetî kir.