Serrûpel Nûçe “Em naxwazin bingeha dewleta Sûriyê têk biçe”

“Em naxwazin bingeha dewleta Sûriyê têk biçe”

Belav bike

Obama got, tiştê ku hatiye serê Sûriyê Esed berpirs e, wî welatê xwe perçe perçe kir, û divê ew ji wê derê were bi dûrxistin.

Serokê Emerîka got, ew û serokê Rûsya Putîn duh bi telefonê axifîn û her duyan li ser wê yekê tekez kirin ku divê şerê li Sûriyê were rawestandin, û her du welat jî li ser rawestandina şer û çareserkirina krîza Sûriyê bi hemahengî kar dikin.

Obama got, nakokiya di navbera wan û Rûsya de li ser mayîna Esed e, di aliyekî de ew jî weke Rûsya naxwazin bingeha dewletê were xerabkirin, û çûna Esed jî girêdayî gelê Sûriyê û Esed bi xwe ye.