Kurdekî Rojavayê Kurdistanê, ku ew bi xwe ji xelkê bajarê Amûdê ye, li Berazîl bi destê hinek kesên nenaskirî hate kuştin û ev zêdetirî 10 rojane termê wî di beradeyê de ye û malbata wî jî bê çare maye nizane çi bike û çawa termê zarokê vegerîne welat.
Kuştiyê bi navê Mihemed Sebrî Şêxmûs ku diya xwe ya nexweş xwedî dikir û bavê 3 zarok bû, niha malbata wî di rewşeke xerab de ye.