Serrûpel Nûçe PYD mala Kurdên rojavayê Kurdistanê xerab dike

PYD mala Kurdên rojavayê Kurdistanê xerab dike

Belav bike

PYD bi rakirina van pankartan mala gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê xerab dike. Eger ne ji serok Barzanî ba pêşmerge nediçûn Kobanî û Kobanî ji destê DAIS rizgar nedibû. Barzanî bi kamyonan xwarin-vexwarin, şîrê zarokan, û hemû alîkariyên madî- manewî dan û dide Kurdên Sûriyê. Lê PYD û alîgirên wê, ew şîr, alîkarî, xwarin û vexwarin diçû bi peran difrot. Gelek caran jî, şîrê zarokan dixiste, depoyan, piştî ku dem di ser re derbas dibû, derxist, nîşanî xelkê dida û digot, “binêrin Barzanî şîrê kevin ji zarokan re şandiye…”
Kurd tu caran wan alîkariyên serok Barzanî ji bîr nakin… Barzanî, her demê û li her derê xwedî li Kurdên Sûriyê derket û bi her awahê hewl da nakokiyên siyasî yên di navbera wan de rake, lê PYD li Hewlêrê tiştek digot û li Qamişlo, Kobanî, Efrînê û deverên din tiştekî din dikir.