Serrûpel Nûçe Asayîşa PYD birîndarekî ji Dêrîkê vegerand

Asayîşa PYD birîndarekî ji Dêrîkê vegerand

Belav bike

Duh birîndarekî ji Dêrîka Hemko ku li Qamişlo bi fîşeka qennasekî birîndar bûbû, malbata wî xwestibû ji bo dermankirinê derbasî başûrê Kurdistanê biie, dergehê Pêşabûrê li ser fermana serok Barzanî ji bo pêşwazîkirina birîndar hemû amadekarî kirin û ambulans li ser sînor amade kirin, lê berpirsên PYD li ser sînorê Sêmalka ji bavê birîndar xwestin ku biçe Qamişlo raportê bîne û jêre gotin destû tune ew derbasî başûrê Kurdistanê bibe.
Duh bi şev heta saet 2.30 birîndar li ser sînor ma û rêveberên PYD yên li ser sînor birîndar û malbata wî bi zorê vegerandin Dêrikê.