Dr. Efendî di daxuyaniya xwe de ku kopiyek jê gihişte Rûdawê, dibêje, hêzên kantonê hemû tiştên ku di nexweşxaneyê de bûn, ku bi mîlyonan pere dikirin şikandin û talan kirin.
Xwediyê nexweşxaneyê dibêje, wî serî li yekîtiya ewropa daye û ji wan re bi dokument eşkere kiriye ku kantona Kobanî nexweşxaneya wî talan kirine û doz li dijî hikûmeta kantona Kobanî rakiriye û serî li gelek dezgehên însanî û tendurustî yên cîhanî daye û ji wan re behsa kiryarên kantonê li dijî nexweşxaneya Viyena li Kobanî kiriye.
Dr. Izzet Efendî dibêje, wê yekîtiye Ewropa û dezgehên însanî û tibbî helwestên tund li hember kantona Kobanî bistînin.
Efendî berî demekê xelata zîvîn ku baştirîn xelata tendurustiyê ye li Nemsa wergirtibû.