Serrûpel Nûçe AYFONA GULÊ (hûmorêsk-pêkenî)

AYFONA GULÊ (hûmorêsk-pêkenî)

Belav bike


– Gelo ew kîne, kîne tên xwezginî?..

– Lê-lê, qîza mele, tu qe haj gilîya tuneyî?..

Li serê kanîya gundê li çîya vize-viz ketibû bûk û pîrekan: gelo kê dîtîye û kê bînaye, ku vê dewrê, dewra pêşverû, dewra ulm û têknîkê ji Avropayê bene gundê li çîyê, îja xwezginîyê kê? Xwezginîyê nevîya meta Etê?!

– Îja çima hûn şaş dimînin, – dereve bû qîza mele, – bila keremkin û bêne xwezginî. Dibek, li Avropayê qîz lap qelyane? Lê qîzên bi nav û namûs, eşîr û ocaxzade her tenê mane li gundê me, gundê meyî li berpala vî çîyayî, li gundê bi timtêla xurû kurmancî…

– Hê, hê, ew gilî ji devê te dertên? – Xatûna qîza muxtarê gund vepelikî li ser qîza mele. 

– De here xûşkê, çî te min ketîye, – qîza mele kire hêwerze, – cêrê xwe dagre û hera mala xwe, axir ne qasidê osmanbaşî eva îdî du sehete benda te û ava sare!.. 
Bi ten û niç, bi nav û nûçik jinikan devoyên xwe tije av kirin, bi wê hivîyê û gumanê, ku wê sibê mêvanên avropî, bi eşîrtî û camêrtî derê wan vekin û ji keça wan, keça azepe bikir, bi nûr-nederî, bi rê-rizma kurmancî tasa ava sar bixwezin wek xwezginîyên rêhatî û kesirî…

– Hatin, hatin, – sibetirê, paşî nivro, zarokên gund li hev çûn-hatinan û vê bûyerê bûne gîro, – xwezginî hatin, der-cînarno, hewş-heyatên xwe paqij bikin, kincên bûkan dotan wer kin!..

De, zarokin, çi êvarda ji dê û bavên xwe bihîstine û wê sibê bi nezanî wan gilîyan jî diwekilînin û dibêjine der-cînarên xwe.

– Wey, min bext-mirazê we reş kirno, we hewş-heyatê me kire xiringêle, – bû şemata qîza mele, – herin li ber derê meta Etê, ew tenê ye, nevîya wêye sexîr jî haj bayê dinê tune!..

Rastî jî xwezginî hatin û kê hatin? Kup-kupeyên avropî yên bi seke-sufetê kurmancî, yên bi makînên nujene kirêkirî, bi mûzîka modêrne kurmancî, bi cilên tenik, pêsîr vekirî, hatin sekinîn li ber derê mala meta Etê, li ku zarok heyamê nîviro dikine taşî û tûşî…

– Guten tag, meta Etê! – Mêrekî qirinte ji makînê peya bû, li hewş-heyata pîrê mêze kir û bi almanî silav da wê. 

– Te çi go, lawo? – Meta Etê go, – min tu fem nekirî? Tu kurê kêyî? Keremkin, keremkin, werne malê, vê berbangê nevînga min zû rabûye û ev hewş-heyata me paqij kirîye û daye hev. Keremkin, pêşda werin, hûn rê hatine, westayayî û kesirîne!..

– Gut, sehr gut!

– Te çi got, – meta Etê dîsa got!

– Meta Etê, tu min nas nakî? Ezim, kurê birayê teyî rehmetî, bavê Armancim. Em bi komî û kulfetî îro hatîne û dewa mirovatîyê ji metika xwe dikin. Dibên, ku nevîke te heye ya bi navê Gulê, bedew û rinde, bi nav û namûse. Em jî hema qîzeke usa digerin, ya ku haj bayê dinê tune!..

– Bavo, lê tu bi çi zimanî minra xeber didî? Eva îdî 30 sale, ku tu ji gund derketî, bavê te çû li ser dilovanîya xwe, çavên dayka te li rîya te qerimî, lê tu kubûyî û nehatî?.. De, were, were, kurê birê min, de usa bêje, ez gorî! Nevîke mine û ez wê ew ra dikim qurbanî!

– Gut, sehr gut, – Armancê berzeq jî gilîyê bavê xwe wekiland!

– Zanî çi, meta mine belangaz, – bavê zavê got. – Armancê min–lawê minî tayê tenê û delal, li Almanyayê ji dayîkê bûye, li wir xwendina xweye bilind dest anîye, bi xwe 30 salîye û heya niha li tu deran kar nekirîye. Ewî kirîye û vexwarîye, rabûye-rûniştîye, her tişt ewî di jîyama xwe da îdi dîtîye û ji her tiştî têr û acize! Em dikin-nakin ew nazewice, her tenê dibê, herin qîza li çîyê, nevîya meta Etê minra bixwezin. Em jî hatin li gundê xwe, gundê kal-bavan qîza begemkin…

Gula delal, nevîya Etê li ber mêvanan hema diçû û dihat, tase ava sar anî da xezûr, yek jî da xasîya şatirşûman. Zava zûr mabû û mêze dikir, ku Gulê çawa dike şinge-şing…

– Gut, sehr gut! – Armanc dîsa bi almanî got…

Heynese, hatin der û cînar û li mala Etê civayan, bi kêf û şadî, kirin-vexwarin û Gula meye 15 salî nîşan kirin û dane mêrê 30 salî. Kurmancê meye ji Avropayê xelat derxistine li meydanê, bi merd-merdane kirine gazî. Xelat anîbûn bol û bol, gazî kirin bilind û bi heytehol. Cil û bergên avropî yên pêsîrvekirî û tenik meta Etê ha-hangan hilda û avîte qutîya rindik, wekî raçav neke qîza mele, ku sibê nebe gilî-gazin: «Îja ew cil bûn, filan û fistan!..».

Qet û bira xwe ya qelen jî kirin. Qelenê Gulê kire 10 hezar dolar…
– Gulê, Gulê,– meta Etê bangî nevîya xwe kir, – hanê van peran bike qutîyê, nebî û nebî li şuna kovarên tirkî van peran dadîtî li destavê?!.. 

Û li dawîyê bavê zavê me bi qure-qurtam rabû li ser xwe, dest kire berîkê û «xêlî-xelata» Gulê kir eşkere. Demekê tevan li çavên hev mêze kirin û fikirîn: «Gelo bavê Armanc, ku bêtîrî 30 salane ji gund derketîye û çûye Avropayê, xêlîya kurmancî ya algevez anîye? Gelo ewî ji ku kirîye? Li Stembola wêran? Yanê sûkên almanîye betreng?».

– Xêlî-pêşkêşa bûka xweye delal, – bavê zavê rabû û kuxîya, – wek nîşana dewra meye pêşverû vê têla ayfon dikim pêşkêş. Bila Armancê min jî rabe û bi destûra vê cimetê dergîstîya xwe nîşan û hîn bike, ku têla wîye sênsor û smartfon wê çawa kar û bar bike!.. 

Û Armancê me jî zû ji cî rabû, ayfon hilda û pêva kir…Dengê hunermend Şahê Bedo û stirana wîye «Oy-oy Etê» perwaz da li ser sifra têr û tijî, li wê êvarê, li mala meta Etê:

 

Oy-oy Etê, oy-oy Etê, 
Keçika rindê dilêm ketê,
Hildan, dane lawikê metê,
Serê dil xençer lê ketê… 
Hildan, dane lawikê metê,
Serê dil xençer lê ketê…

Derê mala me mermere,
Keçê sera were, here,
Derê mala me mermere,
Tu jî sera were, here,
Ewê dilê xwe nezewicî,
Mirin jêra zêrê zere…

        

         …Sibetirê li gundê li berpala çîyê, li gundê bi timtêla xurû kurmancî, deng bela bû, ku wê êvarê bi heytehol û bi avropî li mala meta Etê bavê Armanc dolar reşandîne û bi dilşadî nîşan kirîye Gula meye 15 salî…

         …Muxdarek derbaz bû ji roja nîşanî, ji dema çûyîna malxezûrvanî.
Û rojekê rojan ayfona Gulê kire çingîn: «Gulê can, ezim, Armancê te, hela mêzeke, ez li kume?», – dengekî dûr û nenas ji têlê hat. Gulê li ayfona xwe nihêrî: vaye, rastî jî Armancê dergîstîyê wê ye. Ew tevî heval-hogiran, heval-hogirên bîra li ser lêvan, bi mêrsêdêsa xwe nûjen sekinîye li kolaneke Frankfûrta wêran ya li ser Maynê. Armanc keçeke avropî ya bi cilê tenik-vekirî hemêz kirîye û bîrayê berî gewrîya wê dide…
Gula belengaz, haj bayê dinê tune, fikirî, dibek Armanc henekê xwe dike yanê jî pesnê xwe dide. Û wê rojê, êvarê dereng, dîsa ayfona Gulê kire zingîn.«Gelo îjar çi bû, çi qewimî?», – Gulê fikrî. 

Gulê ayfona xwe pêva kir û pêra-pêra li wê mêze kir: Armancê me dîsa tevî wê dondara «heval û hogiran» kêf dike li dîskotêka Frankfûrta li ser Maynê. Gulê guh nedayê û ayfon danî: «Zengînîya xwe nişan min dide, dergîstîyê minî weramayî! Xwedê dayê û nizane çawa bixwe li Frankfûrta dûr û undabûyî!..»…Û wê şevê xew nekete çavên Gulê. Li destê berbangê berxvanê gund–Hogirê pispor hate xewna wê: «Rabe, Gulê, rabe li ser xwe, tu xweda mayî, rabe derenge!..». Û Gulê ji cî vecinîqî, çavên xwe vekir û rabû li ser xwe.

– Pîrka Etê, – Gulê kir gazî, – tu çi dibêjî, ez vê sibê berxa dernexime li perpala çîyê? Berxvanê gundê me, Hogirê pispor û jêhatî berx anîne li serê kanîyê, gazî min dike, li benda mine!..

Û navorajê li serê kanîyê, tî û kesirî Gulê û Hogir rastî hev hatin.

– Gulê, Gulê, tu xwetra Xwedê, bide min wê ayfona xwe, carekê ez mêze bikim, ka li Avropayê Armancê belengaz çiva mijûle? Gelo li wira hene çîya-banî, gelo li wan deran hene bax û rez, şîn dibin Beybûn, Nêrgiz û Gulên meye bînxweş?

Gulê destê xwe bire xurca xwe û têla bi sênsor, smartfon-ayfon derxist, pêva kir û zninge-zinga masaj-silavan rê nedane hev û notla tavîya teyrokê hatin…

Gulê mêze kir û… ecêba giran!Tu nebêjî, Armancê me li wê şevê li saûnake Frankfûrta li ser Maynê tevî keçikan ketîye kêf û henekan. Û şiklên tevî dost û yarên xwe yên avropî, yên bi cil û bergên vekirî û tazî kişandîye, şaş kirye û li ser ayfona dergîstîya xwe şandîye…

Hema wê deqê, li wê hindavê destên Gulê lerizîn, têl-ayfona wê şimîtî û kete hewza kanîyê, vêsîya û temirî…

– Gulê, te çi kir, te ayfona baha avîte avê? – Hogirê reben li wir ma metel.

– Bila wêran û mina be û roda here, Hogir can, çî min, çî vê ayfonê û smartfonê!..

– De, wekî usane, Gula mine xas, bi kerema xwe, kanê bide min tase ava sar!..

 

Prîskê Mihoyî,
10.05.2014.

 

P.S. Li esmanan sê sêvên sore batinî jorda hatne xar: yek para meta Etê ket, yek para Gulê, yek jî pêşkêş dane berxvanê gundê çîyê.