ENKS di daxuyaniya xwe de, ku kopiyek jê gihişte Rûdawê, dibêje gelek caran serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û ENKS bi xwe ji PYD xwestin ku were ser riya rast û hurmetê ji pêwendiyên biratî û netewî re bigire û xwe ji kiryarên dîktarî bi dûrxîne û vegere ser rêkeftinên Hewlêr û Duhokê, û rê bide birayên xwe yên pêşmerge ji bo ku biçin welatê xwe biparêzin, lê PYD êrîşên xwe berdewam kirin, ofîsên partiyên kurdê û ya ENKS şewitandin.
Xwepêşandanên ENKS wê roja 7 meha 5 li seranserê Ewropa dest pê bikin.