Serrûpel Nûçe “PYD li Kobanî Xerab Hişk firote Emerîka“

“PYD li Kobanî Xerab Hişk firote Emerîka“

Belav bike

Medyaya ku nêzîkî AKP ye, dinivisîne ku Emerîka zevîyê ku ji PYD kiriye, li gundî Xerab Işkê, li Kobanî wê weke bargeheke eskerî bi kar bîne.

Ew zevî 400 donuman mezine û 21 kîlometran dûrî sînorê Tirkiyê ye.

Devera ku Emerîka wê weke herêmeke eskerî bi kar bîne, cihekî stratejîk e, ew di navbera Kobanî û çemê Ferat de ye. Ew cih niha ji bo daketina helîkopteran tê amadekirin.