Zaxarova bal kişand ser polîtîkaya Tirkyê ya derve û got: “Me polîtîkayên Tirkyê yên di derbarê Krîma û sûryê de baş dzanîbûn. Ligel vê jî me dixwest cûdahyên xwe bi diyalogê çareser bikin…”
Her wiha got, Mosko ligel polîtîkayên şaş ên Tirkyê jî ev demeke dirêje xwe ragritiye.
Li gor medya Rûsî, Zaxarova, behsa rola negatîf ya Tirkyê kir û got: “Rêvebirya Tirkyê di mjara krîma de, koçberên Sûryê, turîzm û mijara navxwe yî de li hemû cihekî roleke neyînî leyîst, ji ber vê yekê jî di demeke nêzîk de têkilyên Mosko û Enqerê baş nabin.”
Berdevka wezareta derve ya Rûsya Marya Zaxarova heruha raghand ku Enqere dixwaze dîsa împaratorya Osmanî zindî bike, lê dawiya împaratoryê çi lê hatiye ji bîr kiriye.