Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Spas ji bo xwedayê mezin roja sêşem 03.05.2016 Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber êrîşa berfireha hêzên dirindeya terorîstên Da’îş li hemû hêlên şer li bereya Bakûrê Musil dastenekî kêmwêneya berxwedan û qehremaniyê tomar kir.
Li vê destanê da Pêşmerge azayane bi xwîna xwe bergiriyê li axa Kurdistanê kir û êrîşa berfireha terorîstan li hemû bereyan da gelek bi tundî hatin têkşikandin û dijmin tûşî şikestekî mezin bû û ziyanekî mezin pê ket.
Destxweşiya vê serkeftina mezin li wan hemû hêzên qehreman û wêrekên Pêşmerge dikim ku beşdarî vê destanê bûne. Pîrozbahiya vê serkeftinê li gelê Kurdistanê dikim û serxweşiyê li malbat û kesukarê wan Pêşmergeyan dikim ku li şerên îro da giyanê xwe yê pak gorî niştimana xwe kirine û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim. Bi pêwîstî dizanim spasî piştevaniya asmanî ya Hêzên Hevpeymanan bikim ku li şer da palpiştê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bûn.
Li sayeya xwedayê mezin û xweragiriya gelê me û qehremaniya Pêşmerge, Kurdistan li ser hemû destdirêjî û plangeriyek da serdikevê û şikest jî ji bo terorîst û nehezan dimîne.
Bijî Kurdistan, Bijî Pêşmerge
Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.05.2016