Serrûpel Nûçe Malpera Welatî hate girtin

Malpera Welatî hate girtin

Belav bike

 

116 Sal berî îro, di 22ê nîsana 1898an de, li Qahîra paytexta Misrê, kesek bi navê Miqdad Midhedê Bedirxan hewl da ku bersiva van pirsên jorîn û hin pirsên dî bide. Bersiva Miqdad Midhed Bedirxan ew bû ku yekemîn kovara kurdî bi navê Kurdistan dest pê kir. Di sergotara 1emîn jimareya kovara Kurdistan de Miqdadê Bedirxan bîrokeya li paş derxistina rojnameya xwe weha tîne ziman: 

“Li dunyayê çiqas misilman hene, di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dunyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bêpar in û nizanin di dunyayê de çi diqewime, cîranê wan çawa ye, dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye Kurdistan. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihiştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî Kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.” 

Weha xuya dibe ku derxistina kovarekê jibo Midhedê Bedirxan tiştekî biçûk û hêsan û wateteng nebû, belku erkeke komplex û piralî bû. Jibo Midhedê Bedirxan ew kovar berî her tiştî alavek bû jibo pêşxistina asta çandî û zanistî û şaristanî ya gelê wî. Alavek bû jibo parastina ziman û çanda kurdî ku bingeha nasnameya kurdî ne. 

Ji dema rawestandina kovara Kurdistan di 1902an ta weku îro gelek ezmûneyên dî di warê medya kurdî de peyda bûn. Ji weşanên ser kaxezê, ber bi weşanên radio û televîzyonan, ta bi avakirina malper û portalên internêtî. Jixwe bi vî awayî têgeha medya peyda bûye ku pergala wê gelekî berferehtir e ji weşandina belavokekê yan kovarekê. 

Îro roj û di encama pêşketina zanistî ya mezin û belavbûna internêt de, gelek tişt têkelî hevûdû bûne. Rojname, kovar, televîzyon, radyo û internêt, êdî nema her yek ji van bi serê xwe dimîne, lê hemû bi hev ve hatine bestin û girêdan. Ne tenê ev, bi ser de jî gelek hêmanên dî li vê bergeha piralî û komplex zêde bûne. Mûzîk, şano, sînema, huner û gelek şêwazên nû yên derbirîna modêrn cîhana medya bi awayekî binertî guhertiye û ber bi asteke bêhempa ve bilind kiriye.  

Îro roj medya derbasî warine nû bûye. Ew ne bi tenê gel û civakan nêzî hev dike, lê bi ser de jî bûye kenalek daku ev gel û civak ji hev fêr bibin û sûd ji hevûdû werbigirin, daku ezmûne, pêzanîn û dewlemendiyên xwe parve bikin. Medya bi vî awayî karîbûye sînoran dabezîne û van sînoran ta radeyekê pûç û ji wateya wan vala bike. 

Beramber bi vê cîhana me ya nû û modêrn, pirsa girîng jibo mijara me ew e: gelo Kurd û medya kurdî li kû ne û ber bi kû ve diçin? Li ber siya van guhertinên mezin di cîhanê de, têgihiştina me wek milet û civak di çi astê de ye? Em dê çawa bikarin bi van guhertinan ve bigihin û xwe li gel wan biguncînin? Gelo hîn derfet heye yan jî mesele jibo me dereng ketiye û pêwîst e êdî em li rêyine nû vebikolin? 

Bi baweriya min dem ji mêj de hatiye ku em xwe bi van pirsan re mijûl bikin; nerîn, raman û zanyariyên xwe parve bikin; û gengeşiyeke vekirî û rastgoyane di derbarê wan de li dar bixin. Di vê çarçeweyê de organîzekirina xebatên derbarê têgeh, rewş û pêşeroja medya kurdî ne tenha pir girîng û bayexdar in, lê belê dikarin bibin dergehek ber bi têgihiştineke rast û kûrtir a medya ve. 

Eger em li vir bên ser medya kurdî li rojavayê Kurdistan, em dikarin bibêjin ku medya kurdî li Rojava, û weha jî li parçeyên dî yên Kurdistan, bi gelemperî medya şoreşê. Wate ku ev medya di pileya yekemîn de siyaset û doza netewî ya gelê kurd ji xwe re kirine mijara sereke. Kovar, rojname, radio, televîzyon û internêt li bal Kurdan bi giştî basa siyasetê dikin û bûyerên siyasî dişopînin. 

Bêguman ev yek ta radeyeke bilind tiştekî xwezayî ye. Ji bîra me neçe ku ta berî sê çar salan Kurdên Rojava, wek nimûne, di bin zordarî û çewisandineke giran de dijiyan. Li berdem ziman, çand û helbet medya kurdî kosp û astengiyên gelek mezin hebûn û di encama xebatên wan de çalakvanên kurd rastî sizayên giran dibûn. 

Pênc sal piştî destpêkirina kirîza li Sûriyê, berevajî rewşa li gelek deverên wî welatî, herêmên kurdî bi awayekî giştî û rêjeyî aram û dûr ji tundûtîjiyê mane. Ketina Rojava di bin destên Kurdan de rê vekir li ber geşepêdaneke zimanî, çandî û civakî, ku bi noba xwe bandoreke erênî li medya kurdî jî kiriye. Îro roj li Rojava bi dehan kovar, rojname, radyo, televîzyon û malper çalak in û berhemên xwe belav dikin. Lê dîsan jî û ji ber rewşa gelek hestiyar a herêmê ji aliyên siyasî û ewlekarî ve, hîn tirsek heye di nav wan navendan de yên ku bi medya kurdî re mijûl in. 

Bi taybetî nakokiyên siyasî di navbera hêzên kurd û kurdistanî de bûne kospek mezin li berdem pêşdeçûna medya kurdî li Rojava. Di encama van nakokiyan de dubendî û polarîzasyoneke kûr di nava gel û xebatkarên medya de peyda bûye. Wate, êdî li ser mirov zehmet bûye ku serbixwe bimîne yan jî helwesteke miyanrew werbigire. Herkesek ji me bi rengek ji rengan neçar dibe ku peyv û nerîna herî giran û tûj der bibire. Mixabin ta bi kesên ku wek nivîskar û rewşenbîr tên binavkirin, yên ku wek hişmendên civakê tên dîtin, ketin van şaşîtiyan, û li şûna ku bi rola xwe ya rewşenbîrî rabibin û di nava hemwelatiyan de piran ava bikin, gelek caran bûne sedem ku kêşe û nakokî hîn kûrtir û aloztir bibin. 

Lê eger hat û rewş bi vî awayî ma û Kurdan zeftkirina herêmên xwe berdewam kir, dê ne tenê karîgeriyeke erênî li ser medya kurdî bête dî, lê herweha dê dergeh yekcar vebibe li pêş pêvajoya geşbûna ziman, çand û medya kurdî. Di rewşeke li vî cûrî de dê dezgeh û medyakar bikevin warê pêşbaziyê, dê her aliyek hewl bide ku berhem û babeta herî bihêz û bikêrhatî pêşkêş bike. 

Li vir xaleke serencrakêş heye ku pirseke yekcar girîng dide pêş: rola ziman û çandê di pêşxistina medya de û interaksyona di navbera van herdu hêmanan û medya de çawa ser digire? Gelo medyayeke tendurust di dawî de nikare bi asayî wek dirêjepêdana rewşeke çandî ya pêşketî bê raçavkirin? Û eger em vê pirsê vajî bikin: gelo têkçûna medya ne yek ji akam û derencamên têkçûna çand û şaristaniyê bi xwe ye? 

Pêwîst nake ku em dûr biçin jibo dozîna bersiva rast li ser pirsa me ya jorîn. Ango bê ziman û çandê ji xwe medya nikare hebe. Çendîn rewşa ziman û çanda kurdî li pêş bikeve, dê bi heman radeyê rewşa medya kurdî jî ber bi pêş de biçe. Ji lewre pêwîst e ku girîngîdana bi geşbûn û dewelemendiya ziman û çanda kurdî yek ji hîm û binemayên her pîlan an jî projeyeke bihêzkirina medya kurdî bimîne. 

Di çend dehsalên borî de, di vî warî de gelek hêvî li ser Kurdên mişextiyê hatin girêdan. Hêviyek hebû ku wan Kurdan sûd werbigiraya ji derfetên ku li berdest wan ketin ji ber azadî û pêşketina welatên ku li wan dimînin. Gelek tîşk ber bi revendên kurd li derve ve diçûn daku alîkariya medya kurd bikin. Lê ew hêvî û omîd bêhûde çûn. 

Mixabin revendên kurd li derve wek pêwîst xwedî li rol û erka xwe der neketin, belku gelek caran bi xemsarî nêzî vê mijara girîng bûn û dibin. Hin hewldan hebûn lê bi giştî şermoke û nîvco diman û piştî demekê radiwestiyan. 

Yek ji ezmûneyên herî serkeftî toreya Welatî bûye ku piştî pênc salan îcar xatir dixwaze. Ev projeya ku ji derve ve dihat birêvebirin, karîbûye pirekê ava bike li gel hundirê welat, bi rêya jimareyek ji keç û xortên kurd ku cegerane û dilsozane xwe dane ber vê erka zehmet û rojane bûyer û serpêhatiyên Rojava ji nêz ve şopandin û analîze kirin. Bi ked û vîneke bihêz toreya Welatî karîbû bibe çavkaniyeke sereke ya nûçeyên Rojava û herweha bi berdewamî hewl da daku serpêhatiyên girîng ên parçeyên dî yên Kurdistanê jî bişopîne. 

Nehêniya li paş serkeftina rêjeyî a Welatî xwe di çend xalên jêrîn de dît:
– Xwe bi xwe fînansekirin,
– Xweserî û bêlayenbûna Welatî ji partî û rêxistinên siyasî,
– Hewldana Welatî ku bi awayekî objektîf, pîşeyî, hawseng, cegerane û kurdewar nêzî bûyeran bibe,
– Ruxsandina alav û amrazên pêwîst bo karmendên toreyê daku bikarin karê xwe yê rojnamegerî bi asayî rabihênin,
– Ruxsandina serbestiya pêwîst bo karmendên toreyê daku bê sansûr hemû bûyeran bişopînin,
– Pirrengiya nûçe û nerînan ser malpera Welatî. Ev yek cardî xweserî û bêlayenbûna toreyê berceste dikir,
– Hebûna hemahengî û karê hevbeş di navbera karmendên Welatî de. Welatî projeyeke kolektîf bû, neku berhema destê yek kesî.

Lê di heman demê de pêwîst e ku mirov kêmasiyan jî ji bîr neke. Bi kurtî çend ji wan:
– Nebûna beşê kurdî bêguman kêmasiya herî mezin bû,
– Serdestbûna babetên siyasî û kêmbûna berhêmên girêdayî bi warên dî yên jiyanê ve,
– Pirbûna nûçeyan beramber bi kêmbûna şîroveyan,
– Kêmbûna babetên wergerandî ji medya cîhanî,
– Kêmûkurtiyên zimanî û rêzimanî hin caran ji asta babetê dadixistin,
– Di warê design û sîstema înformatîk de malper weke pêwîst nedihat pêşxistin. 

Li vir girîng e ku em bi çend peyvan amaje bi rewşenbîr, nivîskar û medyakarên kurd jî bikin. Mixabin di piraniya caran de ew xwedî li rol û berpirsiyariya xwe derneketin û dernakevin. Ji bilî tiştê ku li jor hat navbirîn, me dît ku piraniya rewşenbîr û nivîskaran kêm berhemdar bûn. Li şûna xwerexnekirin û xwenirxandinê, me astine metirsîdar ji jixwerazîbûnê dît ku gelek caran digihiştin radeya narsîzmeke ruxîner û kujende. 

Îro roj mirov li çep an rast temaşe bike, dê bibîne ku jimareyeke mezin ji kesan heye ku xwe wek rewşenbûr, nivîskar an medyakar bi nav dikin, lê ji sal ta salê berhemeke wan nahêt dîtin, helbet eger em çav bipoşin li bizava wan a li ser facebook û medya sosyal. Gelek ji van nivîskar, rewşenbîr û medyakaran bi ser vê medya sosyal ve daketine û ji xwe re kirine warekî valakirina axîn û kovanên hundirîn. Her ku yekî tiştek nivîsî û daxist ser facebook, te dît yê dî dev û delingên xwe pêça daku bersîv bide. Bersîvdan jî gelek caran, dûr ji belgeyan, dikeve warê dijûndan û riswakirinê. 

Vê diyardeya metirsîdar hiştiye ku cih û bandora rewşenbîr û nivîskarê kurd lawaz bibin. Û ji aliyekî dî ve mirov li ber siya vê karabûna înternêtî pirsiyar dike gelo ev nivîskar an rewşenbîr çi xebateke dî ya rastî dikin û çawa hewla berferehkirina zanîna xwe û nûjenkirina ramenên xwe didin? 

Xemsarî belku wendabûna nivîskar û rewşenbîrên kurd bûye pirsgirêkeke mezin û pêdivî heye bi gengeşiyeke rastgo û dilsozane, ne bi mebesta hevtawanbarkirin, lê di çarçeweya lêgerîna bo çareyan û yekalîkirina kêmasî û arîşeyan de. 

Di 15 ta 20 salên dawî de û di encama pêşketina teknolojîk û belavbûna înternêt de, medya kurdî derbasî warê medya dîjîtal bû. Vê yekê derfetên mezin pêşkêş bi medya kurdî kir û ew ji gelek sînordarî û rêgiran rizgar kir. Lê dîsan jî ta weku nuha wek pêwîst sûd ji van derfetan nehatiye wergirtin. 

Dem hatiye ku ev rewş bê vajîkirin. Eger em bixwazin ku nifşên me yên nû jibo pêşerojê di amadebaşî de bin; eger em bixwazin hebûna medya kurdî misoger bikin; îcar dem hatiye jibo guhertinên binertî. Çi ramanek, gavek, pîlanek an projeyek be, eger em ziman, çand û zanistê jê re nekin bingeh, hînga dê şikestin bi xwe ve bibîne. Ji lewre ayindeya medya kurdî û kurdistanî bi awayekî organîk girêdayî ye bi asta pêşketina ziman û çanda kurdî ve. 

Bi Welatî giran bû ku ne bi zimanê kurdî karê xwe bi rê ve dibir. Ji lewre ev xatirxwestina bi kurdî. 

Di dawî de spasiyeke bêsînor bo hemû karmend û xebatkarên Welatî, çi yên kevn û çi jî yên ku ta bi henasa dawî xebata xwe berdewam kirin. 

Bi hêviya aştî û azadiyê, bi xairê we!

8ê Gulana 2016

Desteya Rêvebir