Serrûpel Nûçe Wezîra Bergiriyê ya Îtaliya li Hewlêrê ye

Wezîra Bergiriyê ya Îtaliya li Hewlêrê ye

Belav bike

 

Peyamnnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ku li balafirxaneyê amade bû, ragihand, Wezîra Parastinê ya Îtaliya Roberta Pinotti gihîşt Hewlêrê û biryar e piştî demekê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û piştre jî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive.

 

Peyamnêrê me got, biryar e Pinotti mijara şerê li dijî DAIŞê û avedankirin û nûjenkirina Bendava Mûsilê bi rayedarên Kurdistanê re gotûbêj bike û ew mijar dê mijarên sereke yên hevdîtinên Pinotti ligel Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî bin.


 

Hêvîdar Ehmed herwiha got, Îtaliya biryar daye ku hejmara leşkerên xwe li Herêma Kurdistanê û Iraqê zêdetir bike, ku niha 400 leşkerên Îtaliya li Kurdistanê û Iraqê ne.

 

Ehmed da xuyakirin, ev serdana Wezîra Parastinê yê Îtaliya bo Kurdistanê piştî serdana wê bo Iraqê tê û dê îşev li Hewlêrê bimîne.

 

Derbarê pêşwaziya li Roberta Pinotti de jî, peyamnêrê me da xuyakirin, jibilî Wezîrê Navxw eû Wezîrê Pêşmege bi wekal et Kerîm şingalî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa û Nûnera Herêma Kurdistanê li Îtaliya Rêzan Axa li balafirxaneyê amade bûn. Rûdaw