Serrûpel Nûçe Partiyên nêzîkî PDK nêzîkî hev dibin

Partiyên nêzîkî PDK nêzîkî hev dibin

Belav bike

 

Berdevekê T-KDPê Rojhat Amedî ji Rûdawê re got, beriya 7-8 mehan herdu partî û çend komên hatin bal hev û biryara biyekbûnê dan.

 

Rojhat Amedî anî ziman ew bawer dike ku partiya nû dê bibe tevgereke alternatîf  û got: “Xebatên me yên yekîtiya ji bo vekirina pêvajoya xetimî hat destpêkirin.”

 

Amedî diyar kir ku ji bo ku bloka kurdî berfirehtir bikin dê tişta ji destê wan were bikin û wiha domand:

 

Berdevekê T-KDPê wiha got: “Partiya me ya ku beriya 2 salan hatiye damezrandin berdewamiya PDK-Bakur a di sala 1965an de hatiye avakirin e. Dema ku em van xebatên yekbûyînê dikin, ti helwestên me ên neyînî li hemberî kesên ser navê PDK-Bakurê tevdigerin nîne û dê çênebe jî.”

Kivanç: Ti hêviyên Kurdan ji HDPê neman

 

Serokê Gişkî yê KADEPê Lutfî Kivanç jî diyar kir ku pêwîstiya Kurdan bi partiyek bi wî awayî heye û got, armanca wan ne ew e ku PDK-Bakur a Sertaç Bucak serokatiya wê dike, perçe bikin.

Lutfî Kivanç wiha got: “Armanca me ew e ku em li ser zemînek demokratîk mafên Kurdan biparêzin. Kurdan hêviya xwe ji polîtîkayên HDPê birîne. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê hewl didin ku komeke mixatabê siyasî ava bikin.”

Neteweyî, liberal, demokrat

 

Serokê Giştî yê T-KDPê Mehmet Emin Kardaş jî di sedsala 21êmîn de divê dewleteke kurdî hebe.

Mehmet Emin Kardaş anî ziman polîtîka xwe li benda valahiyan nagire û got, partiya nû dê “netewî, liberal û demokrat” be.

Kardaş herwiha diyar kir ku di 27ê Gulanê de li Amedê dê yekbûna KADEP û T-KDPyê bi organîzasyonek fermî ji raya giştî re  rabigihînin.Rudaw