Felestîn û Qudis jî dibin çavdêrîyên navdewletî da man, eger jî bo wê yekê vegerandibûn ku deverên giringên ayînî ne, bi mercê yeka û heyfa jî bo Brîtanya bin.
Pişka Rûsya ji rêkevtinê, çar wîlayetên bakurê enadolê ku hevsînor bûn digel wê, digel tengavê bisfor bi xwe ve digirtin, Yunanê jî kinarên bakurê rojavayê Tirkîyê û Îtalya jî başurê rojavayê Tirkîyê bi xwe ve digirtin.
Kê Sykes – Picot çêkir?
Sîr Mark Sykes (1897 – 1919) jîya ye
Sîr Mark Saykis diblomasî, sîyasî û serbazî bû, nûneratîya welatê xwe digel Frensa û Rûsya kirîye li dema parçebûna saltanata osmanî û navdare jî bi rêkevtina Saykis – Pîko û hindek amajê jî didin, ku rolekê mezin di drustkirina Wedi Bilfor da hebûye.
Çendîn pirtok li gorî cîhana serbazî hene, sê pirtokên wî li dor saltanata osmanîyan û welatên musilmanane, têda cografya sîyasî ya deverê hatîye aşkre kirin.
Li sala 1915ê nivêsîngeha erebî dana, ku li wî demî bi rêza bingehekê hewalgêrî yê Brîtanî bû li Misrê û erkê wî jî bi sîyaseta rojhilat nêzîk bû, herwesa divîya deverên Filistîn, Sûrîyê û Îraqê jî vegerîne bin deshilata Brîtanya.
Saykis li Parîs li sala 1919 li dema kongrê aşîtîyê ji egera nexweşîya enfilawenza Spanî canê xwe ji dest da.
Fransiwa Corc Pîko(1870-1951) jîyaye
Sîyasî, diblomasî, mafperwerekê Frensî bû, kurê nivîserê Frensî Corc Pîko bû, herwesa yek ji danustand karên rêkevtina Saykis – Pîko bû, du salan li dadgeha Frensa karkirîye berî li sala 1896ê bo warê diblomasî bê rewane kirin.
Wek sekreterê balyozê welatê xwe karkirîye, berî bibe konsolê welatê xwe li Beyrûtê, li wî demî berî biçe qahire peywendîyên bihêz digel serkirdeyan dirust kirin, di dûvda li sala 1915ê vegerîya Parîsê, ji berku endamekê partîya kolonyalî bû, wî piştevanîya ronakbîrên ereb yên di xwest welatê wan bên dagîrkirin dikir, herwesa wek balyoz li Sûrîyê û Filistîn jî kar kirîye.
Alîyên rêkevtinê
Di nava rûdanên şerê cîhanî yê yekê da, her yek ji welatên Frensa, Brîtanîya, Îtalya bo lêkvekirina erdê saltanata osmanîyan rêkevtin, paşê nameyên nihênî di navbera wezîrên derve yên wan welatan da hatine şandin û di navbera çirîya duwê ya sala 1915 heta gulana sala 1916 nûnerê Brîtanîya Mark Saykis û yê Frensa jî Fransiwa Pîkobûn.
Brîtanîya alîyekê bihêz bû di rêkevtinê da, li wî demî peywendîyên baş jî digel mîrê mekê, Hisênê kurê Elî hebûn, ku li wî demî nîyaz û plan bo şoreşê û damezrandina şahnîşîna erebî hebûn û li 15ê xezîrana sala 1915 rêkevtin di navbera Saykis û Pîko da bi şêweyekê nihênî hate hate îmza kirin, li 16ê gulana sala 1916ê da Rûsya jî li ser rêkevtinê bi merc razîbû û wezîrê derve yê Rûsya, sazanof îmza li ser kir.
Çewa aşkerebû
Piştî xistina qeyserê Rûsî, nîkolayê duwê di şoreşa gelî da li sala 1917 şîwîyan bi serokatîya Fîlademîr Lînîn, kopîyeka rêkevtinê ji erşîfê dewletê bi dest xist, ku îmza Sêrgî Sazanof wezîrê derve digel bû, herwesa Lyon trutsikî, hevalê Lînînî bû, naveroka rêkevtinê li rojnameya azfîstîya li heman sal belav kir û Lînînî bi rêkevtina diz û dagîrkeran navkir û bi hetik berîyeka sîyasî ya mezin bo Brîtanya û Frensa danasîn.
Çî ji rêkevtinê çêbû?
Piştî impratorîyeta osmanîyan hatîye jinav birin û Brîtanîya dest bi ser erdê Filistîn û Îraqê da girtî, Brîtanya dest ji hizra dabeş kirina saltanatê li gorî nexşerê yê Saykis – Pîko berda û bi nitîdab guhert, ku di kongirê san rîmo da ev biryar hat dan ku li 26ê nîsana sala 1920 bo dîyar kirina çarenivêsê wîlayetên rojhilata erebî yên dagîrkirî hatibû saz kirin.
Lgorî lêkolerên dîrokî, Brîtanîya gelek nexweşî di şerî da dîtibûn, lewa hewl kirin stratejîyeka bê şer bo dagîrkirina welatên mîna Îraqê xudan petrol kontrol bikin, li wî demî Brîtanîya dest bi ser berhemên Îranê jî da girtibû, karê wê yê herî gring rêk girtin bû li Almanya û giringîyê bi pişikdarîkirina kompanîyên petrola Tirkîyê da bibînin û dest bi ser petrola Kerkûk li Îraqê da bigrin.
Helweşandina xewna serxwebûna kurdan.
Li sala 1920 careka din welatê Frensa di kongreyê san rîmo da pêdagîrî li ser dabeşbûnê kir û koma neteweyan bo razîkirina Tirkîyê li 24/6/1922 nawçeyên jêr nitîdabê xiste ser bi Tirkîyê ve û paşê rêkevtina Lozan bo îmza kirina sînorên rêkevtina peymana sîver kirin, bi egera rêkevtina lozan jî nawçeyên Kurdistanê li bakurê Sûrîyê xiste bin desthilatên Ataturkî û hindek nawçeyên Yunan jî bi Tirkîyê dan, anku bi kurtî destpêka hilweşandina xewna serxwebûna Kurdan rêkevtina lozan bû ku dewletên serkevtî di şerê cîhanîyê yekê da Kurdistan di navbera çar dewletanda dabeş kir.
Wedi Bilfor
Di dema danustandinanda digel Şerîf Hisên bo rêxistina paşeroja wîlayetên ereban, yên ser bi saltanata osmanîyan ve, Brîtanîya hate neçar kirin bi çavekê dilovanî temaşe bike bo avakirina welatekî bo yehudîyan li Filistînê, ev piştî wê yekê hat dema wezîrê derve arser bilfor li dema şerê cîhanîyê yekê nameyek bo barûn woltir rotşîld ku hevalekê nêzîk yê wayizmanê serkirdê sahyonîyan hinartî, di dûv da hirbirt smoêl ku yehûdî sehyonî Brîtanî ye qesta Filistînê kir û wek nûnerê Brîtanîya bo bi rêvebirina welatê Filistînê hate raspardin bi razîbûna komeleya neteweyan.
Kiyanên nitîdabê
Piştî çavdêrîya hakimê leşkerî yê osmanî yê dawîyê Ehmed Cemal paşa dijî rewşenbîrên hizir neteweyî yên ereban bikarînaye û hijmareka wan jî sêdaredan, daxwaza wan bû dest berdan ji saltanatê, piştî rêkevtin digel şerîfê mekehê Hisênê kurê Elî hat kirin û li sala 1916ê şorş li ser saltanatê rakir, herwesa ew şoreş kire bingehek bo damezrandina dewleteka erebî ji Heleba Sûrîyê heta başurê Eden.
Li wî demî Brîtanîyan supayê osmanî ji welatê Şamê derdxist, hêzên ereban jî alîyên xwe di parastin heta Yemenê bi serkêşîya Şerîf Feysel û paşê çu nava Dîmeşqê da û hikûmeteka erebî li sala 1918ê damezrand û babê wî çavdêrîya hikûmetê kir û wesa li Brîtanîya û Frensa kir ew yek bê qebûl kirin û bibe dîfakto.
Xwenîşandanên Frensîyan despêkirin û di xwenîşandanan da wan dîyar kir ku ew wek alîgirên feyselî lêhatine û li sala 1920ê dijî wî rawestîyan û şikandin û ew razî kir bo wî şahnişîneka din li nava erdê osmanîyan dirust bikin ew jî li nava axa Îraqê, ku li sala 1915ê serbazên xwe xistibûn dinava wê axê da û heta sala 1917ê bi temamî dagîr kir û bi şahnişîna Îraqê jî navkir.
Hevdemî xwenîşandanên Frensîyan li sala 1920 Frensa dest ji daxwazîya xwe ya li dor wergirtina wîlayeta Mûsilê berda, beramber jî pişkeka mezintir ya kompanîyên petrolê yên Tirkîyê dê bo Frensa bin û li bin navê kompanîyên petrola Îraqê dê kar biken.
Li gorî rêkevtina san rîmo jî erdê niha yê Libnanê ku parçeyek li bin kontrola nitîdaba Frensî be û frensîyan jî li sala 1920ê hindek parçeyên destnîşan kirî ji Beyrut û Dîmeşq û Libnana kevin dagîr kirin û di dûv da desthilat bi ser hemû deverê da girt û navê wê kire welatê rojhilat, li destpêkê çar dewlet digel Libnan dirust kirin ku du ji wan herêmî bûn ew jî Heleb û Dîmeşq ku wek du dewletên taîfî bo elewî û dirzîyan dirust kirin, paşê bi daxwazîyeka gel, li sala 1932 yê Heleb û Dîmeşq bûn yek welat û bi Sûrîyê ve hatin girêdan û navê wê bû komara Sûrîyê û her yek ji elewî û dirzîyan bûn xudanên wê.
Gizîrta erebî jî ji her du alîyên xwe başur û rojava ve kevtin di bin kontrola Brîtanîya da, paşê hevrikî dinavbera Brîtanya û Ebdulezîz Al Siûd û melkê hicaz da bi dawî hat û her êk ji meke, Înîb, Cide û hizîme li sala 1932 bûn şahnşîna Siûdîyê û Şerîf Ebdulla kurê duwê yê Şerîf Hisên ji hîcaz çu deverên rojhilata Urdin, piştî digel Al Siûd şikest û berbi Şamê çu, Brîtanya jî bi hakimê rojhilata Urdinê navkir, ku ji Urdin heta sînorên Îraqê bû, ji başur jî ve heta dighêje Dîmeşqê û derya sor li kendavî.
Li dawîya şerê cîhanî yê yekê rêkevtina Saykis – Pîko cihê san rîmo girt, ku li ser welatên erebî yên nû hat bichînan, herwesa sinorên her yek ji Lubnan, Îraq, Urdin û Filistînê jî bitenê wek xîç man û Frensa heta şerê cîhanê yê duwê li sala 1939 li welatên rojhilat ma.
Brîtanîya li sala 1943 yê ji zardevê wezîrê derve yê xwe Entonî Aydin piştevanîya xwe bo yekîtîya ereban ragîhand û komkara erebî dinavbera, Siûdîyê, Yemen, Libnan û Sûrîyê û herwesa Misrê da dirust kirin. (Peyama Kurd)