Serrûpel Nûçe Serokwezîrê Tirkiyê li Kurdistanê ji dayîk bûye

Serokwezîrê Tirkiyê li Kurdistanê ji dayîk bûye

Belav bike



Yek ji damezrînerê AK Partiyê Bînalî Yildirim di hikûmeta 58, 59, 60, 61, 62 û 64an a Tirkiyê de wekî Wezîrê Rêga û Banan cih girt. Di hundirê 11 salên wezîrtiyê de di çêkirina rêgeh û banên bejahî, deryayî û hewayî de gellek caran qala serkeftinên wî hat kirin. Lê karê wî, navê wî herî zêde li gundê wî deng veda.

 

Tîma Rûdawê ji bo ji nêz ve nasîna Bînali Yildirim serdana gundê wî kir. Gundê Kayi ser bi qezaya Gercan a bajarê Ezîrganê ye. Yildirim, li vê malê ji dayîk bûye. Lê niha tenê di serdana gund de li vê malê dimîne. Piştî ku namzediya Yildirim hat eşkerakirin, xaniyê wî jî di nav de li gellek avahiyên gund wêneyên wî hatine daliqandin.


Mehmet Şerîf Yildirim pismamê Bînalî Yildirim ji Rûdawê re got: “Ez û Bînalî beg pismamê hev in. Hevjîna wî Semîha xanim jî xizma me ye. Bînalî beg li vê mala pişt min hat dinê. Di biçûkatiyê de me bi hev re pez û berx diçêrand. Piştre wan mala xwe birin Sitenbolê.


Dema navê wî ji bo namzediya Serokê Giştî yê AK Partiyê hat eşkerakirin, em pir dilşa bûn. Dema wezîr bû bi kar û xebatên xwe selmand ku çiqas serkeftî ye. Em bawer dikin ku di serokwezîrtiya xwe de jî serkeftî be.”


Di warê reg û rîşa Bînalî Yildirim de hinek caran tê gotin ku malbata wî Kurd e bajarê Agiriyê ye. Lê pismamê wî vê yekê red dike.


Mehmet Şerîf Yildirim Pismamê Bînalî Yildirim: “Sedî sed em ne ji Agiriyê ne. Me ji bav û bapîrên xwe bihîst ku malbat û eşîra me ji Erebistana Siûdî hatine Erzînganê û li vir bi cih bûne.”


Dibistana ku serokwezîrê mustaqbelê Tirkiyê heta sinifa 4an tê de xwendiye, niha vala û xirabe ye. Hevalên wî yên dibistanê Bînali Yildirim wekî xwendekarekî jîr û jêhatî wesif dikin.


Kiyak Karadorûk Hevalê Bînalî Yildirim jî got: “Bînalî beg li vê dibistanê xwend. Piştre malbatê bar kir çû Stenbolê. Li wir jî xwendegeh û zanîngeh xwend. Ev dibistan niha vala ye. Ji ber ku zivistanan kes li gund namîne. Hemû diçin bajarên mezin.”

 

Hevalê Bînalî Yildirim ê bi navê Ekrem Aşçi jî got: “Ez zarokatiya wî dizanim. Li vê dibistanê xwend. Pir zarokek zîrek bû. Mamostayan pir jê hez dikir. Ji şer hez nedikir. Guhên wî li ser dersên wî bûn.”

 

Piştî ku Bînalî Yildirim bibe serokwezîr, gundiyên wî tiştan daxwaz dike. Ku ev herdû daxwazana demeke dirêj e ji aliyê alîgirên AK Partiyê ve tên zimên.

 

Gundiyê Bînalî Yildirim, Taştan Haberdar jî wiha got: “Du bendewariyên me yên bingehîn ji serokwezîrê nû heye. Yekem, makeqanûneke nû. Duyem jî pergala serokatiyê.”

 

Karkerên ku li beramberî mala Yildirim, di înşaatekê de dixebitin Kurd in û ji bajarê Wanê ne. Dema ku em bendewariyên wan dipirsin, ji ber hin fikaran naxwazin ji kamerayê biaxivin. Lê bi pistepist dibêjin ku bendewariyên me ew e ku xwîn were rawestan û aştî pêk bê.

 

Gundê Kayi ji 120 xaneyan pêk bê jî kêm kes li nav gund li ber çav dikevin. Beriya ku em ji gund derkevin, li ser pira Bendava Çobanliyê, em rastî çend pîrejinan tên. Hinek jê xizmên Yildirim in.

 

Xizma Bînalî Yildirim, Muşeref Yildirim got: “Wezîrê Rêgeh û Banan pismamê hevserê min e. Di dema wezîrtiya xwe de çûnûhatin pir hêsan kir. Xwedê hez bike, di karûbarên serokwezîrtiyê de jî serkeftinan bi dest tîne.”

 

Gundiya Bînalî Yildirim: “Em pir ji wî hez dikim. Çawa min bihîst ez ji kêfan giriyam. Ez cixarê nakêşim. Lê dema min bihîst dibe serokwezîr, min ji kêfan cixareyek pê xist.”

 

Di siyaseta AK Partiyê de heta niha namzediya kê hatiye eşkerakirin, ew bûye Serokê Giştî yê Ak Partiyê û Serokwezîrê Tirkiyê. Gundiyên Bînalî Yildirim jî ji niha ve wî wekî Serokwezîr dibînin.


Bînali Yildirim Kî ye?


Di 20ê Kanûna 1955an de li gundê Kayi yê ser bi qezaya Gercan a Erzînganê ji dayîk bûye. Navê bavê Dûrsûn, navê diya wî Bahar e. 6 xwişk û birayên wî hene.


Bînalî Yildirim û hevjîna wî Semîha Yildirim herdû ji gundê Kayi yê ser bi qezaya Gercan a bajarê Dêrsîmê ye. Bi navê Erkan, Ehmed û Buşra du kur û keçek wan hene.


Di sala 1970yê de Navendiya bi navê Pîrî Reîs, di saa 1973yan de Dûvnavendiya Kasimpaşa û di sala 1978an de jî li Zanîngeha Teknîk a Sitenbolê(ÎTU) Beşa Çêkirina Keştiyan û Zanistên Deryayê qedandiye.


Bînalî Yildirim yek ji damezrînerê AK Partiyê ye. Hilbijartinên par yên 7ê Pûşperê ne di nav de, ji 3ê Mijdara 2002an ve di rêzên AK Partiyê de dikeve Parlamentoya Tirkiyê. Yildirim di hikûmeta 58, 59, 60, 61, 62 û 64an a Tirkiyê de 11 salan wekî Wezîrê Rêga û Banan cih girt. Di dîroka komara Tirkiyê de kesî bi qasî wî demeke dirêj postê vê wezîrtiyê tije nekiriye. Yildirim, ji destpêka sala 1980an ve Serokomarê Tirkiyê Recîp Tayyîp Erdogan nas dike. Herwiha ji serdema ku Erdogan bû Şaredarê Sitenbolê, Bînalî Yildirim pê re radibe û rûdine.


Niha jî tê payîn ku 22ê Gulanê Roja Yekşemê di Duyemîn Kongreya Awarte ya Ak Partiyê de wekî Serokê Giştî bê hilbijartin û piştre ji aliyê Serokomarê Tirkiyê ve ji bo avakirina hikûmeta 65em dê were peywirdarkirin.