Serrûpel Nûçe Wê Reqa wiha were kontrolkirin (Vîdyo-Grafîk)

Wê Reqa wiha were kontrolkirin (Vîdyo-Grafîk)

Belav bike

 

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) beşa sereka ya wê hêzê pêk tîne, Telal Silo pêştir ragihandibû, ku hêzên ser bi HSDê ve ku serkêşiya Yekîneyên Parastina Gel (YPF) dike, dê beşdarî operasyona kontrolkirina Reqayê û çend deverên din weke Minbic û Dêra Zorê bibin.

 

Li gor agahiyan, HSDê dê bi 50 hezar şervanan êrişî Reqayê bike. Herwiha hin agahiyan din behsa wê yekê kirine, ku dê 25 hezar şervanên HSDê beşdarî operasyona kontrolkirina Reqayê bibin.

 

Herwiha Hevpeymaniya Navdewletiya li Dijî DAIŞê jî dê bi balafirên xwe piştevaniya esmanî ji êrişa şervanên HSDê re dabîn bike.

 

Li gor agahiyan Rûdawê jî, çekdarên DAIŞê li derdora bajarê Reqayê gelek mîn û teqemenî danîne, daku rê li ber derketina xelkê ji bajêr bigirin.

 

Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî jî di wan çend rojên dawî de ji esman ve belavokekan avêtine ser bajarê Reqayê û tê de ji xwecihên bajêr hatiye xwestin ku ji Reqayê derkevin.

 

Di belavokê de wiha hatiye nivîsandin: ‘Êdî dema ku hûn li bendê bûn hat. Dema derketina ji Reqayê hat.”

 

Di vê vîdeografîkê de tê nîşandan, ku operasyona girtina paytextê DAIŞê bajarê Reqayê dê çawan û bi çi şiyanan were pêkanîn:

 

 

Operasyona kontrolkirina Reqa

 

Tê çaverêkirin di demek nêzîk de operasyonên kontrolkirina Reqa ji aliyê Hêzên Sûriyê Demokratîk ve destpê bike, niha hemû amadekariyên şer temam bûne û li benda fermana êrîşa li dijî DAIŞê ne, ji bo ku plana kontrolkirina Reqa bi serkevtî were encam dan, Amerîka jî li ser xetê ye.

 

 

Operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê dê ji 3 aliyan ve were destpêkirin.

 

BOZANÊ (Eyn Îsa)

 

Niha Eyn Îsa bûye navenda êrîşa li ser DAIŞê li Reqa, Eyn Îsa dikeve navbera bajarê Reqa û bajarê Girê Spî, lewma hêzeke zêde li derdora Eyn Îsa hatiye komkirin û pilana şer tê danîn.

 

Li gor çavkaniyên xwechî, niha şêwirmendên Amerîkî jî li Eyn Îsa amade ne û li ser erdê pêşdeçûnên şer bişopînin û agahiyên hûr bidin balafirên Amerîka jibo ku çekdarên DAIŞ li sengerên şer bombebaran bikin û hêzên Sûriyê Demokratîk li se erdê pêşde biçin.

 

Bendava Tişrîn

 

Bendava Tişrîn jî ciheke dine ku hêzên Sûriyê Demokratîk berî demekê ji destê DAIŞê derxistibûn û bi kontrolkirina vê bendavê DAIŞ ji Reqa û bajarokên bakûrê rojhilatê Helebê li ser sînorî Tirkiyê ji hev qut bûne, ji bendava Tişrîn jî wê êrîşî navend û bargehên DAIŞê bêne kirin, bi taybet li ser bajarokê Tebqa

 

Heseke

 

Ji Hesekê jî wê hêzên Sûriyê Demokratîk ber bi bakurê rojhilatê Reqa pêşde biçin, ji bo ku alîkariya hêzên din li Eyn Îsa bikin û terkîza çekdarên DAIŞê were belav kirin, êdî ji sê aliyan ve wê DAIŞ dorpêçkirî be û were naçarkirin paşde vekişe.

 

50.000 şervan

 

Tê texmînkirin Hêzên Sûriya Demokratîk bi 50 hezar çekdaran bi çekên giran û sivik êrîş bibin ser Reqayê, hin çekdarên Ereb jî di operasyonan de beşdar bibin.

 

Bajarê Reqa

 

Rûber: 630 K.M

Akincî: 650.000

 

Paytexta DAIŞê li Sûriyê ye, rûberê wî bajarî 640 kîlomtir e, berî hatina DAIŞê nifûsa parêzgehê 650 hezar bûn û nav bajêr, 220 hezat kes bûn, lê bi hatina DAIŞê xelkê wî bajarî koçber bûn û niha hejmar nêzîkî 120 hezar keisn.