“Ew milletê ku nifûsa wî 40-50 milyon be, divê dewleta xwe hebe”.
Min cara yekemîn 23 sal berê serxwebûna kurdan ji zarê Mesûd Barzanî bihîstibû. Mijdara 1993ê, min yekemîn hevpeyvîna xwe bi wî rêberê kurd re kir (hevpeyvîna herî dawî jî Mijdara 2012ê bû). Me li bajarê Duhokê yê Kurdistana Iraqê hev dîtibû. Wê çaxê hîn Sedam li Bexdayê bû.
Lê bi saya serê hêza “çekûç” a Amerîkayê ku li bingeha leşkerî ya Încîrlîkê ya Tirkiyê hatibû bicîhkirin, Sedam nikarîbû derbasî Bakûrê Iraqê bibe, ew der ji Sedam re hatibû qedexekirin.
Vê qedexeyê, di bin sîbera Amerîkayê de hêdî hêdî rêya serxwebûna kurdên Iraqê vedikir. Tirkiye jî wê demê ne tenê li dijî serxwebûna kurdan bû li dijî her sîstemekê bû ku kurd tê de beşdar bibin. Ev, xetên sor ên Tirkiyê bûn wê demê.
Ez û Barzanî li hewşa Hotêl Lumano ya Duhokê bi hev re rûniştibûn. Min wê çaxê jê pirsî: “Di dilê we de dewleta kurdî heye?” Bersiva wî “erê” bû.
Piştî 10 salan sala 2003, meha Gulanê bû. Çend hefte ji rûxana rêjîma Sedam Husên bihorîbû. Vê carê min li Selahedînê (Pîrmam) ji Barzanî heman pirs pirsî: “Kurdistana serbixwe…”
Barzanî wiha bersiva min da: “Bersiva min erê ye… Eger hûn 10 salên din jî vê pirsê ji min bikin bersiva min dê dîsa ev be.”
10 sal paşê na lê 6 salên din meha Cotmeha 2009ê, min li Koşka Serokatiyê li Selahedînê dîsa ew pirs ji Barzanî kir. Barzanî keniya û got, “Bersiva min nayê guhertin”.
Agirê serxwebûna kurdan, qet venemiriye û îro jî pir gurr bûye. Ji ber ku şert û mercên herêmî û navdewletî wê derfetê dide kurdan ku bi xwe, xwe birêve bibin.
Iraq ji mêjve parçe bûye, Sûriye jî pir bi lez ber bi parçebûnê ve diçe. Sebeba parçebûna her du welatan jî, dîktatoriya Beisî bû. Li Iraqê dîktatoriya Sedam û li Sûriyê jî ya Esed.
Barzanî dibêje, êdî dema serxwebûna Kurdistanê hatiye.Rêveberiya Rojava li Kurdistana Sûriyê jî , piştî ku nûnertiya xwe li Mosko (paytexta Rûsya) vekir niha jî xwe amade dike li Parîsê jî nûnertiya xwe veke.
Pêwendiyên Waşîngtonê bi Rojava re başe, her çiqas Enqere ji vê yekê nerazî be jî. Enqere li dijî wê ye jî lê dîsa artêşa Amerîka di şerê DAIŞê de bi qanatê çekdar ê PYDê, YPGê re hevkariyê dike.
Her çiqas Erdogan (serokomarê Tirkiyê) dike qîre qîr û dibêje, “Ez li Bakûrê Sûriyê, bakûrê Iraqeke din naxwazim” lê rastiya tal a “siyaseta real” nayê guhertin.
Sîbera PKKê yan jî pêveka wê, hebûna xwe li Rojava didomîne. Amerîka jî Rûsya jî “realîtê” red nakin. Ev rewş, meydana PKKê teng nake tam berovajî, fireh dike.
Iraqê bînin ber çavên xwe; Sedam li şîeyan û kurdan da, zilm li wan kir, ew sirgûn kir û bi kîmyabaranên mîna sala 1988ê ya Helebcê, ew qirr kirin. Lê Iraq her parçe bû, ji mêjve parçebûye jixwe.
Kurd li Bakûrê Iraqê, ji sala 1990î ve xwe birêve dibin û xwe ji serxwebûnê re amade dikin.
Sûriyê bînin ber çavên xwe; Esed zilm li sunniyan, ku piyaniya Sûriyê pêk tînin, kir. Kurd mirov jî nehesiband û heta nasname jî neda wan. Lê Sûriye jî mîna Iraqê parçe dibe. Kurd, li Rojava xwe ji xweseriyê re amade dikin.
Em li Tirkiyê binêrin…
Bajarên kurdan bi top û tankan tên wêrankirin, HDP ji parlamentoyê tê avêtin, îradeya 6 milyon deng nayê dîtin, Erdogan jî roj bi roj dîktatortir dibe. Pêwîst nake ez zêde dirêj bikim çimkî heta xwîn birije, heta kurd bên piştguhxistin, heta HDP li derveyî siyasetê were hîştin û heta Erdogan bibe dîktator, bila gumana kesî nebe dê Tirkiye jî parçe bibe, kurd û tirk dê her yek rêya xwe bigirin û biçin. BAS