Serrûpel Nûçe Salih Mislim cara yekemîn îttîraf dike

Salih Mislim cara yekemîn îttîraf dike

Belav bike

Hevserokê PYD Salih Mislim, di hevpeyvîneke xwe de ligel malpereke nêzîkî partiya xwe got, Tirkiyê, Qeter û Siûdiyê li pêşiya wan bûne asteng û ji bo ber wê yekê wan nikaribûn pêwendiyên xwe yên navdewletî pêşve bibin.

Mislim, rexne li siyaeta Rusya û Emerîka girt û got, ew naxwazin Kurd li Sûriyê bibin xwedî statuyek û ne cidî ne.

Li got hevserokê PYD, sebeba ku kesekî itîraf bi federaliya Rojava – bakurê Sûriyê nekir, dîsa Tirkiyê ye. Tirkiyê li her derê li dijî wan kar kir û nehîşt ku itîraf bi wan were kirin.

Salim Mislim, bal kişande ser wê yekê û got dema wan rêveberiya xweser û sîstema federaliyê ava kirin, wan destûr ji kesekî nestandin, ji ber wê yekê niha li dijî wan derdikevin.