Serrûpel Nûçe Çima ne Cerablus?

Çima ne Cerablus?

Belav bike

Reqa û rûmet

 

Reqa û Mûsil hêlînên hovîtî û tundrewiyê ne. Ew li ser mirovahiyê gef in. Di tinekirina wê gemariyê de cihgirtin, serfirazî ye.

 

Bûyer ji bo me Kurdan ji serfiraziyê jî dibore. Li Şengal û Kobanîyê êşên hovîtî û komkujiyên DAIŞê, zû bi zû naborin. Kurd bi tolstandinê deyndar in.

 

DAIŞ rêxistineke nîjadperest a ereb e. Ew bi bernameyekî kolonyalîst tevdigere û berî her kesî, berê xwe daye Kurdan û xaka wan. Kurd bi parastina welat û jiyana xwe erkdar in.

 

DAIŞ taşeron e jî, karên qirêj en dewletên herêmê weke Tirkiye (li himberî Kurdan) û Siûdîyê (li himberî Şîîyan) tîne cih.

 

Ji ber van sedeman, li ku derê be jî li himberî DAIŞê şerkirin, erkeke netewî û mirovahiyê ye. Lehengên wê serbilindiyê, her pesndanê heq dikin.

 

Lê çima ne Carablus?

 

Pirs ji zû ve di rojevê de ye. Ji dinyayê tundrew qesta wê korîdora DAIŞê dikin, dibin kujer, dizivirin û li vir û wir komkujiyan dikin. Av û nanê DAIŞê, ew korîdor e.

 

Kurd dikarin wê gêdûkê bigrin, lê Tirkiye nahêle. Dibe Şam û Îran jî naxwazin. Gava Kurd dibin mijar û di ser de jî DYA, ew bi hev re diricifin. Girêdaniya Kobanî û Efrînê wan dibizdîne, ji ber ku rewşeke nipînû çêdibe.

 

Berteka DYA û Rûsyayê têrê nake

 

Rûsya baş zane ku Şam nikare serdestiya hewqas erdê bike. Wê xwe daye rojavayê Sûriyê.

 

DYA, ji ber “hevbendiya stratejîk” naçe ser Tirkiyê. Hûnê bêjin ev durûtî û rûreşî ye. Jixwe “berjewendiyên jeopolîtîk”, xisletê nas nakin. A li pêş berjewendiyên emperyalîst in, ne jiyana welatiyan. Wisa be jî, ma bûyer ji vê neborîye?

 

“Şerê Tirkiye û DAIŞê”?

 

Berdevkên dewleta tirk û çapemeniya wê xwe diçirînin, lê ji şerê wan ti kes ne bawer e. Ka li vê sosretê binêrin; artêşa 800 hezar nikare çendek hezar DAIŞiyan, him jî li ser erdekî rast! Nikare, ji ber ku naxwaze.

 

Ecêbeke din; DAIŞê li ser erdê Tirkiyê li himberî wê yek êrîş jî nekiriye!

 

Da ku rê li ber Kurdan bigre, Tirkiyê paqijkirina “korîdora DAIŞê” xwedêgiravî girtiye ser xwe. Tirkiyê xwest bi navê “hêzên lîberal”, nokerên xwe bixe ciyê wan. Lê zêdetir kete heriyê. Ji ber ku deverên wan jî ketin destê DAIŞê.

 

 

Kî zane; dibe derew li ser dewer, bibe rast û dibe Tirkiye DAIŞê bifiroşe. Serdestê Tirkiyê, bêbext e. Ji bo berjewendiyên xwe, dikare diya xwe jî bifiroşe.

 

Em dikarin bêjin ku yê berê YPGê dayî Reqayê, “xeta sor a Tirkiyê” ye. Ji ber ku “Reqa ne Kurdistan e”, şirovekarên biyanî yên operasyonê “rast lê aktoran xelet” bi nav dikin jî ne kêm in.

 

Dîsa jî, herçiqas pêşaniya min ji bo girêdaniya Efrîn û Kobanîyê bû jî, ez hêviya xwe ya serketina operasyonê diparêzim.

 

DYA çiqas ewledar e?

 

DYA bi petrola Rojhilata Navîn ve ne girêdayî ye, lê hevbendên wê Japonya û welatên Ewropayê erê. Herêm bazara çekên amerîkî ye. Ji 1956ê ve DYAyê kontrola herêmê ji Îngilistan û Frensayê wergirtiye.

 

Îsraîlê ew diparêze. Li himberî Îranê dewletên ereb ên Kendavê ew diparêze. Tirkiyê ji Rûsyayê diparêze, nexwe vêga Putin ji zû ve ew daqurçandibû. Hûn li zirtên Erdogan nerênin, ‘mêraniya’ wî tenê li himberî Kurdan e.

 

Di bûroya operasyonên Siûdî yên li himberî Yemenê de, DYA heye. Li Tirkiyê di dezgehên leşkerî û yên sîxurî yên herêmî de, DYA heye.

 

Li Îraqê DYA heye, naxwaze wê radestî Îranê bike. Li Sûriyê heye, naxwaze ew bikeve destê Rûsya û Îranê. Tevî van nakokiyên stratejîk jî, DYA dikare di pirsa Sûriyê de bi Rûsyayê re heya astekê “hevkariyê” bike.

 

Tevî ku DYA li ser DAIŞê bi hevbendên xwe re di nav nakokiyan de ye jî, gellek caran di biryarên herêmî de daxwazên wan naşikîne. Va ji bo Kurdan hişyariyek!

 

Mijar Tirkiye be, em dikarin bêjin ku wê, DYA xapand. Tevgera dijberên sekuler pûç kir û ew kirin nokerên xwe. Ma ya DYA dûçarî PYD/YPGê kirî, ne ev e?

 

Wêne rê dide encaman?

 

Tevlîheviya wêne, rê nade pêşbîniyên zelal. Tişta li pêş dixuye ev e: Reqa bikeve nekeve, dû herêm eşkere dibin. Herêma Rûsyayê û ya DYAyê. Wê ev, pêşeroja hemû wêneyê destnîşan bike.

 

Tirkiyê bi dirêjahiya tixûb ve xwe zeliqandiye. Naxwaze dev jê berde. Lê dibe ji xwe re serêşiyên mezintir çêdike.

 

Têkiliya PYD û DYAyê, hevbendî ye an girêdanî ye? Herdu ne jî. Girêdanî ye, ji ber ku daxwaza pêşî ya PYDê, Carablus bû (Salih Mislim hê jî nikare here DYAyê). Hevbendî ye, ji ber ku di destê DYAyê de ji PYD pê ve ti hêz nemaye. (Bi boneyê, divê em li Başûr bêbextiya 1975ê ya DYAyê ji bîr nekin.) Hûnê bêjin ma ji delinga DYAyê girtin pêve ti rêya PYDê maye?

 

Operasyona Reqayê serkeftî be, hûn hingê li tir û quretiyê PYD û PKKê binêrin! Lê divê ew serketî nebe keys, ku ew li Rojavayê binpêkirinên mafê mirovan bikin hînbûnî. Ya min dilpaqijî ye. Nexwe ez baş zanim, wê ew vê carê eşkere û bi zagonî binpêkirinan bikin.

 

Divê serketî nebe keys, ku PKK xeletiyên xwe yên serê xetê veşêre.

 

Wateya rewşa nû, ji bo tevgera kurd dibe destkeftiyên mezin bin, herwiha dibe zêdebûna dijminan be. Rewş hevalbendiyeke zelal a Başûr û Rojava pêwîst dike.

 

Lê ev jî tenê hêvî ye. Ez zilamên xwe baş nas dikim, wê ew bi serketinê gêj bibim û dibe rakeşiya bi Başûr re kûrtir bibe. Dibe ji serketinên Rojavayê, para Başûr tenê pirsgirêk bin.

 

Dibe zilamên min jî rojekê dewletbûnê qebûl bikin, lê bi şerte ku avaker ew bin, an jî avaker ne Kurd bin.