Serrûpel Nûçe Barzanî telefonî mala Ebû Leyla kir û sersaxê xwest

Barzanî telefonî mala Ebû Leyla kir û sersaxê xwest

Belav bike

Di pêwendiyeke telefonî da Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sersaxî li malbata şehîd Ebu Leyla kir.

Îro roja pênşem 09, Barzanî ligel birayê şehîd Feysel Ebu Leyla, Yusuf Ebulezîz axifî û serxweşî û hevxemiya xwe gihande malbat û kesukarê şehîd Ebu Leyla, ku di şerê azadkirina bajarê Minbicê de ji bin destê Daişê şehîd bûbû.

Serokê herêmê Mesûd Barzanî şehîd Ebu Leyla, weke xortekî qehreman û cesûrê Kobanî bi nav kir, û got wî canê xwe yê pak li ser riya parastina niştîman û azadiya gelê Kurdistanê kire gorî.