Serrûpel Nûçe Qerara derxistina PKK derket

Qerara derxistina PKK derket

Belav bike

 

Piştî rizgarkirina navçeya Şingalê ji destê DAIŞê, biryar hatibû dan, ku hemû hêzên leşkerî yên li deverên di bin fermana saziyên fermî de bin û ji wan hatibû xwastin, ku avahiyên saziyên hikûmî û fermî yên li Şingalê vala bikin.

 

Piştî wê biryarê, Hêzên Pêşmerge ji avahiyên fermî yên di bin kontrola xwe de derketin û ew avahî vala kirin.

 

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Şingalê ye, ew biryar cîbucî nekir û red kir, ku ji avahiyên saziyên hikûmetê û avahiyên din ên saziyên fermî derbikeve.

 

Serokê Encumena Parêzgeha Mûsilê, Beşar Kîkî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku encumena parêzgehê bi piraniya dengan biryara derxistina PKKê ji Şingalê daye.

 

Kîkî amaje bi helwesta PKKê bo valakirina Şingalê kir û got: “PKKê ji me re ragihandiye, ku ew fermanê ji Bexdayê werdigirin û ew bi ti awayî amade nînin bi gotina ti aliyên din paş ve vekişin.”

 

Kîkî derbarê sedemên standina vê biryarê de jî wiha got: “PKK bûye sedema ne aramiyê û rûniştvanên deverên ku di bin destê PKKê de ne, nikarin vegerin ser malên xwe, ji ber ku PKK rê nade wan.”

 

HPG çi dibêje?

 

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku piştî şerê DAIŞê beşek ji hêzên xwe li Şingalê bicih kiriye û herwiha hêzek xwecihî ji alîgirên xwe re çê kiriye, biryara Encumena Parêzgeha Mûsilê red dike.

 

Fermandeyê Hêzên Parastina Gel (HPG) Egîd Civiyan jî li ser heman mijarê ji Rûdawê re axivî û ragihand, biryara Encumena Parêzgeha Mûsilê ya bo derxistina PKKê li Şingalê li cem wan ti giringiyek nîne.

 

YNK biryar boykot kir

 

Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê li ser Fraksyona Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Dawûd Cundî ji Rûdawê re ragihand, Fraskyona YNKê deng bi derxistina PKKê neda û civîna encumenê bi cih hişt, ji ber ku di karnameya karê encumenê de ti behsa PKKê nehatibû kirin.

 

Dawûd Cundî herwiha got: “Hejmara gerîllayên PKKê li sînorê Mûsilê ji 30 kesan zêdetir nîne, ewên din gerîllayên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîneyên Parastina Jinên Şingalê (YPJ-Şingal) ne ku hemû endamên wan Kurdên Êzidî ne û xelkê deverên ne.” Rûdaw