Deriyê sînorî yê Sêmalka ku demeke dirêj e ji ber nakokiyên navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) girtî bû, 8ê Hezîranê hate vekirin.
Derbendî got PDK û PYD ji bo vekirina deriyê Sêmalka tu peyman nedaniye. Lê PDK merc danîne pêşiya PYD ku heqê gumrikê ji kesî yan malî nestîne da ku xorak û derman bi erzanî bigihe destê hemwelatiyên li Rojavayê Kurdistanê.
Serok Barzanî got
Derbendî ragihand: “Serok Barzanî got xelkê Rojavayê Kurdistanê hejar e, û bi taybetî niha Remezan e, bila sînor bê vekirin.
Me ji PYDê re got em razî ne hemû kes hatûço li ser sînor bike û çi bixwaze bîne û bibe lê PYD qebûl nekir.”
Li gorî zanyariyên Rûdawê dahata 6 mehî ya PYDê ji deriyê Sêmalka digihe 12 milyon dolarî.
Derbendî red dike vekirina derî li ser zexta aliyekî sêyem bûbe.
Talebanî çûbû Kobaniyê
Berpirsê Dezgeha Zanyarî û Parastinê ya Herêma Kurdistanê, Lahur Şêxcengî Talebanî 6ê Hezîranê çûbû bajarê Kobaniyê û rexne li girtîbûna wê demê ya deriyê Sêmalka kiribûn: “Şûna em destê arîkariyê dirêjî kurdên Rojava bikin, em hatine bi destê xwe sînor çêdikin di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de.
Ez bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikim ku ûjdana xwe aram bikin û dev ji vê zilmê berdin. Çimkî rehma dîrokê ji kesî re nîne.”
Du roj piştî van gotinên Lahur Talebanî sînor vebû û wî got vekirina derî liser daxwaz û zexta YNKê bûye.
Lêbelê berpirsê dosyeya Rojavayê Kurdistanê li Serokatiya Herêma Kurdistanê gotinên Lahur Talebanî red kir û got: “Em kesekî bi navê Lahur Şêxcengî nanasin. Du heftî beriya ew wiha bibêje, 22ê Gulanê em ligel nûnerê PYDê, Aldar Xelîl li Pîşabûr civîyan û me pêkve biryar da derî bê vekirin.”
Ji Washingtonê tweet
Vekirina derî ji aliyê Amerîkayê ve bi başî pêşwazî lê hatibû kirin.
Nûnerê taybet ê Serok Barack Obama, Brett McGurk li ser Twitterê gotibû: “Vekirina sînorê navbera Kurdistana Iraqê û Bakurê Sûriyê pêwîstiyeke girîng e ji bo arîkariya mirovî û bazirganiyê. Ser xêrê be.”