Serrûpel Nûçe “Rica dikim dewletê ragihîne û bibe serokê dewletê”

“Rica dikim dewletê ragihîne û bibe serokê dewletê”

Belav bike

 

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê Arî Hersîn peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand.

 

Arî Hersîn di peyama xwe de çend daxwaziyan pêşkêşî Mesûd Barzanî dike.

 

Hersîn ji Barzanî re dibêje: “Mirovê mezin biryara mezin dide û arasteyê dîrokê diguherîne. Ez rica dikim nehîle ev derfeta niha bo serxwebûnê ji destê Kurdan biçe.”

 

Hersîn di beşeke din a payama xwe de amaje bi nakokiyên navbera PDKê û Tevgera Gorranê û herwiha êrişên medyayên Gorranê bo ser kesatiya Barzanî de dike û helwesta wî derbarê şerê medyaya yê navbera her du aliyan bilind dinirxîne.

 

Parlamenterê PDKyî destnîşan dike: “We got bila kes xwe neke parêzerê min, lê belê komek ji berjewendparêzan benzîn bi agir ve kirin. Ew dihesibînin ku bergiriyê li te dikin. Ma te çi pêwîstî bi bergirîkarên wisa berjewendxwaz heye? Ez rica dikim, dev û dest û pênivîsa bêbext û nekurdane ya wan kesan bêdeng bike.”

 

Arî Hersîn tekez dike, ku berjewendiyên bilind ên milletê Kurd gelk ji pirsgirêkên navbera Gorran, YNK û PDKê mezintir in û daxwaz ji Barzanî dike, ku guh nede wan êrişên nerewa û zarokanî yên li dijî wî tên kirin.

 

Hersîn wiha dibêje: “Rêbaza Barzanî yanî nermî û qurbanîkirina xwe bo Kurdistanê. Wateya mezinatiya dil û fedakariya bo niştîman û hinek caran jî vexwarina berdaxek jehr dide.”

 

 

Wî parlamenterê PDKê di dawiya peyama xwe de jî daxwaz li Serokê Herêma Kurdistanê dike ku serxwebûna Kurdistanê rabigihîne û ji Kurdan re dewletekê ava bike.

 

Arî Hersîn wiha berdewam kir:

 

“Rica dikim dewletê ji me re rabigihîne, rica dikim Serokê Kurdistanê be, ne tenê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê. Eger ev derfeta niha ji dest (me) biçe, dê tenê xwefiroş qazancê bikin, hingê jî em pêşmergeyên rêbaza kurdatiyê (em hemû) dê bibin penda serdemê.”