Memo Şahin
Gelê Kurd di nav rojên giring de derbaz dibe. Kevir û berdên ku dorberê Kurdistanê girtîbûn û Kurdistan kirîbûn zindan, ev çend salin ku li parçeyekî ji cihê xwe liviyan. Êdî kes nikare kevir û berdên ku ji cihê xwe liviyane, duwarê ku rûxaye, rast bike û têxe şûna xwe ya berê.
Dîroka gelê Kurd, di destpêka sedsala 21an de niha li başûrê Kurdistanê de tê nivîsandin. Dijminên gelê me, neyarên gelê Kurd hewl didin, dicivin, berxwedidin ku çerxa dîrokê şunda bigerînin. Ev hewl, ev berxwedanên neyar û dijminên gelê me êdî bê feyde ne.
Ji Mehebad û Kermanşan heta Sêwas û Rûhayê, ji Agirî û Dêrsim heta Qamişlo û Barzanê, ji Xaniqîn û Silêmanî heta Amed û Gencê, Kurdistan ev 200 salin bi seranser wêran bû. Kurd bi sedhezaran şehid dan, bi milyonan însanên me ji warên bav û kalan hatin dûrxistin. Bi sedhezaran, bi milyonan zarok û mindal sêwî man, bi sedhezaran dayîkên me reş girêdan û şîngirtin. Qewlên bi dehhezeran keç û xortên Kurd ne gîhîştin cîh.
Lê ewqas êş û azab, cefa û êşkence wala neçûn. Ala Kurd û Kurdistan niha li seranserê başûrê Kurdistanê li her derê, ji parlamenê heta parêzgehên bajaran, ji nehiyan heta gundan li dar e.
Pêwiste gelê Kurd bi tevayî spasdariya xwe bo Kek Mesud Barzanî, bo Mam Celal Talabanî, bo her du hukumetên Kurdistanê, bo peşmergeyên dilsoz û qehreman û bo bi deh hezeran şehîdên Kurdistan nîşan bidin. Pewîste hemû Kurd bı hevra ev destkevtiyên dîrokî wek çavên xwe biparêzin û nehêlin ku dijmin û neyar destên xwe dirêjî wan bikin.
Kurdistan dewletek e
Sed sal berê dijmînên Kurdan, ji Kurdan jîrtir bûn, Kurd ne li ser hev bûn, belav û sistbûn. Li ser de jî dewletên mezin wek Britanya û Fransa aliyê dagirkeran girtin û dewletên peyk, wek Irak û Suriye avakırın. Ji ber wan sedeman Kurd windakirin û Kurdistan bû çar beş, çar perçe.
Niha sed sal şunda, 2 ji dijminên Kurdan, Saddam bi dagirkirina Kuweytê û karbidestên Tirk bi rêgirtina hêzên Amerikî şaşiyek gelek mezin kirin. Ji ber şaşiyên Saddam û Tirkan Kurd bi qezenc derketin.
„Yan Kurdistan, yan Neman“ bû şiar, nîşan û parolaya Kurdên başûr. Di destpêka salên 90î de Kurd, di nav çeperên dijminan da pencereyek vekirin; deng û hawara xwe gihandin cîhan. Îro, deh-panzdeh sal şunda cîranên Kurdan êdî ne tenê rejîmên dagirker û neyar in, her ûsa Amerika û raya giştî ya cîhanê ye jî.
Kurd êdî şunda ne mecbur in ku li payîtextên karbidestan, li Enqerê, li Tehran û Şamê meqerên xwe vekin, bona ku ji cudayetiya dijminan sûd û feyde bigirin û rêyek bo derve vekin. Ev guhertinên dawî rê didin Kurdan ku têkiliyên xwe di nav xwe de baştir bikin û dijayetiya hevûdu nekin.
Kek Mesud Barzanî û Mam Celal Talabanî hemû plan û dekûdolabên neyaran pûç kirin û di dîroka Kurdistanê ji niha de cîhên xwe yên pîroz girtin. Alians û yekgirtina hilbijartin û referandûmê, civînên serkirdayetiya her 2 partiyan, civînên parlamena yekgirtî, bîryara hukumeteka hevbeş, bîryar û kiryarên pîroz in. Pêwîste her Kurdek piştgiriya vê prosesê, vê pêvajoyê bike.
Kurdistana Başûr, bi parlamento û hukumet, bi sîstema aborî, dadî û îdarî, bi dezgehên asayîş, bi polîs û leşger, bi sistema perwerdekirin û tendûristiyê kî çi dibê bila bibê, bi xwe de facto dewletek e, dewletek bê îlan kirî ye.
Ger Efganistan, Tirkmenistan û Ozbekistan; ger Gurcistan û Azerbeycan; ger Kongo, Ruwanda û Nîjerya; ger Filipîn, Malezya û Endonezya dewlet in, Kurdistana me, Kurdistana Başûr ji wan ne kêmtir e, ji wan dewlettir e.
„Xetên sor“ ya dewleta Tirk pûç bûn
Siyaseta dewleta Tirk li beramberî Kurdan pûç bû. Tirkiyê, bona ku Kurd jê sûdê negirin, riya hêzên Amerikî girt û nehîşt ku ev derbazî Kurdistana Başûr bin. Ev jî bo Kurdan baş bû. Ev cara yekan e ku Tirk şaşiyek baş û bi qezenca Kurdan dikin. Ev şaşîyê Tirkan bo gelê Kurd pîroz û bimbarek be û xwedê Tirkan bê şaşiyên wilo nehelê!
Tirk bi tevayî, bê problem, bê mişgûle piştgiriya Filistin, Çeçenistan, Arnavutên Kosova dikin, bi dilûcan dewletbûna wan dixwazin. Lê dema ku dor tê Kurdan hemû bi hevra, çi kemalist û sosyalist, çi islamî û laik, dijî Kurdan dibin yek, dibin şovenîst, nîjadperest û rasistên bê numûne. Ev ne tenê dijî daxwazên gelê me yê bakûr derdikevin, her ûsa dijî daxwazên Kurdên Kurdistana Başûr jî derdikevin, dev davêjin wan jî. Hemû bi yekgirtî dibêjin mafê Kurdan nîn e ku, dewletek avabikin; mafê Kurdan tûne ku bi şeweyek federalî di nav Iraqek demokratik û pirdengî da bijîn. Gora raya wan tenê rêyek pêş Kurdan de heye: Ev jî nîrê koletî ye, çi yê Ereb, çi yê Faris û Tirkan.
Derbarê Kurdan de terminolojiya militarist û kemalist, islamist û sosyalistên Tirkan ji hevûdu ne gelek cûda ne. Ferqa wan tenê di nuansan de ye, di fiiliyat û pratikê da ferqek mezin nîn e.
Tirkên ku heta ber çend mehan qala „xetên sor“ dikirin û damezrandina dewletek Kurdî, Iraqek federalî, Kerkûk û berjewendiyên Turkmenan li beramberî Kurdan wek sedemên şer û dagirkirina Kurdistana Başûr bi navdikirin, niha qet qala „xetên sor“ nakin. Ev jî nîşan dide ku „xetên sor“ ya dewleta Tirk li beramberî Kurdan pûç bûn, ber ku Kurd siyasetek baş meşandin.
Tirkiye, İran û Suriyê mecbûr in siyasetên xwe yên qirêj li hemberî Kurdan bigûhêrînin. Yên ku naxwazin xwe bigûhêrin, tên gûhertin. Ber ku dem û wext hatin guhertin, ber ku dinya û cihan ne ya berê ye.
Dinya, dem û wext hatin gûhertin
Bi rûxandina duwarên Berlinê ne tenê şerê sar çû dawî û sistema sosyalist hilweşiya. Her ûsa nexşeya siyasî ya cihanê jî hat guhertin.
Kî dikarîbû 15-20 sal berê texminbikira ku li Ewropayê dora 10 dewletên nû wê bên avakirin?
Kî dikarîbû 15-20 sal berê texminbikira ku reşik li Efrika Başûr wê bibin desthilatdar û Timora Rojhilat azad be?
Kî dikarîbû 15-20 sal berê texminbikira ku tekoşinên çekdar li İrlanda, li Aceh û Endonezya biçin dawî û reyên aşitiyane vebin?
Û kî dikarîbû 15-20 sal berê bigota ku riya serxwebûna Filistînê wê vebe?
Ev hemû guhertinên dawî jî nîşan didin ku, dinyaya me, dinyaya îro, ne ya duhîni ye, dem û wext, pîvan û nêrîn hatine guhertin.
….lê Kurdistan hên jî sêwî ye
Dema meriv nexşeya siyasî ya cihanê binêre, dibîne ku îro dora 200 dewletên serbixwe hene. Ger mîrov hêjmara Kurdan wek 35 milyon berbiçav bigre, dibîne ku ji wan 200 devletan, ku nifûsa wan, ehlê wan ji ya Kurdan zêdetirin, tenê 32 dewlet in. Nifûsa 168 dewletan, ji ya Kurdan kêmtir in. Ji wan 200 dewletên ku niha endamên UN, netewên yekbûyi ne, 37 heb nifûsa wan ji 1 milyonê kêmtir in.
Kî wan dewletan nasdike? Sao Tome û Prinsip, Seyselen, Antigua û Barbuda, Aruba, Bahamas, Barbados, Belize, Dominica, Grenada, Antilyaya Hollanda, St. Kitts û Nevis, St. Lucia, St. Vincent, Virgin İsland, Andora, Kanalinsel, Grönland, Samoya Ameriki, Polonezyayê Fransa, Guama Amerika, Kiribati, Marshallinsel, Mikronesien, Neuekaledonien, Palau, Samoa, Tonga û Vanuatu.
Nifûsa van dewletan ji 200.000 kêmtir e. Her yek ji van 28 dewletan, qasî Zaxo nakin, lê ew wek dewletên serbixwe û soverên tên naskirin û 35 milyon Kurd ji vê mafê bêpar in? Ma ev adalet e?
Ger mîrov wek pîvan, wek kriter mezinbûna welat û erdê bigire jî, tabloyek wek ya jorîn dibîne. Erda Kurdan ji 500.000 kîlometrekare (km2) mezintir e. Ji van 200 dewlatan, tenê erdê 22an ji Kurdistanê mezintir in. Gi gotinek din 180 dewletên cihanê ji Kurdistanê biçûktir in.
Ger kriter û pîvan dewlemendiya binerd û sererd be, ji Kurdistanê dewlementir çend welat hene? Ma Kurdistan ne deryaya ava şîrîn û neftê ye?
Kurd li ser erda xwe, li ser warê bavûkalên xwe dijîn. Teritoriuma wan li ser hev e, yekgirtî ye, ne belav belav e. Zimanek Kurdan heye û ev jî ji ya rejimên koledar cuda ye. Navbera Kurdan de ji ali çand û kulturî de, ji alî dîrokî û historî de pêwendî û bingehên xurttirîn hene.
Dema ku qala Kurdan dibe, hinek dibên, mesele gelek girift e, tevlihev e û dema avakirina dewletên netewî bihûriye. Ev hêz û ev kes derevan û durûtiyê dikin.
Raste, di sedsala bûhuri de, sedsala 20an de bi dehan dewletên netewî sazbûn û ev proses bi gelemperî çû dawî. Lê hin gel hene, ku tekoşina wan hên jî berdewam in. Ji van gelan yek ji Kurd in.
Ger dema dewletên netewî derbazbuyî be, ev dewletên ku ev deh salin li Ewropayê avabûne çi nin?
Hirvatistan, Slovenya, Bosna û Hersek, Estonya, Litvanya, Letonya, Slovekya kîngê û li ku avabûn?
Riya devletbûna Filistînê, kîngê vebû? Timora Rojhilat ne li vê dinyayê ye? Rêya dewletbûna Albanên, Arnavutên Kosova, kîjan hêz vedikin? Ma ev ne dezgehên wek UN, NATO, OSZE (AGİT), Konseya Ewropa û Yekitiya Ewropa (EU) nin?
“Kes nikare gelekî, xelkekî di nav rejimek zordar da bigire”
Mirov qebûl bike an neke, îro Irak 3 beş e, ev fakt û rastiyek e. Kurd ne Ereb in, û Ereb jî ne wek hev in, di nav Şii û Sunniyan da bi sedan salin mişgule û pirsgirekên mezin hene.
Kurd bi dilsozî piştgiriya Irakek Federal dikin û hemû hêza xwe bo vê armancê pêşkeş û amade dikin. Di hilbijartina meha Yekan da, di referanduma meha dehan (2005) de bi hemû hêza xwe beşdarbûn.
Di 80 saliya dewleta Irakê de cara pêşîn hilbijartinek demokratik û adil pêk hat û Kurd 77 Parlamenter şandin Parlamenta hevbeş ya Bexdayê û Kurdek, Birêz Mam Celal Talabanî bû serokê Komara Irak a Federal. Û Kurd di nav hukumeta hevbeş da bi xurtî cih digirin.
Îro ne, lê sibê, şerek di navbera Sunni û Şiiyên Ereb derkeve û Irak bibe gola xwînê, pêwiste Kurd çi bikin?
Îro ne, lê sibê, aliyek ji Ereban, an jî bi tevayî bêjin, em Irakek Federal naxwazin û dest bavêjin destkevtiyên Kurdan, pêwiste helwesta Kurdan çi be û ji Kurdan çi tê xwestin?
Dema ku Serokê Kurdistan, birêz Mesud Barzanî dibê, “eme heta dawiyê xwe biparêzin”, bê heq e?
Gotina sefîrê berê ya Amerika li Hirvatistanê, Peter W. Galbraith, ku li pişt hilbijartina meha yekan û referanduma ku li Kurdistanê pêk hat û ji sedî 98% Kurd bo serxwebûna Kurdistanê deng dan, gotiye ne rast e? Galbraith dibêje; “Dersên ku Amerika ji Yugoslavya’yê vergirtiye ev e: Kes nikare gelekî, xelkekî di nav rejimek zordar de bigire”.
Piraniya dewletên Ewropî dijî avakirina dewletek Kurd derdikevin. Ma dikarin ev bêjin, dema sibê erişek li ser Kurdistana Azad destpêbike tewr û helwesta wan çi dibe? Kurd çi bikin? Stûyê xwe dirêjî celladan bikin?
Ev dewletên mezin yên Ewropa, ev dezgehên navnetewî, ku dibên em li ser hîmên demokrasi û mafên mîrovî pek hatine, dema Saddamê xwînxar bi êrişekî de 182.000 Kurdên Barzan birin û kuştin, qet dengên wan derket? An ji dema Kurd wek li Halebçe bi hezaran bi gazên kimyevî hatin kuştin, ev çi kirin?
Ev hêzên mezin, ev dezgehên navnetewî, ku li beramberi kuştina sedhezaran Kurd, wêrankirina tevayîya Kurdistanê dengê xwe dernexistine, ma heqê wan heye li ser duweroja Kurdan gotinek bêjin? 98% Kurd bo serxwebûnê derdikevin û deng didin, maneya vê, giraniya vê qet nîne?
Bo van sedeman ji Kurd dibejin “garantiya jiyana me, em bi xwe ne”. Ev jî, rê û imkanên hevbeş a demokratik li Irakê nebe, li ser dewletek serbixwe derbaz dibe. Wek her millet, heqê Kurdan ji heye, ku keştiya xwe bikşinin benderek aram.
Yekitiya Ewropa û Kurd
Belê dinya hat guhertin, lê pîvan, kriter û standartên wê li beramberî Kurdan yên berê ne, ji dema şerê sar mane û hên nehatine guhertin. Bona vê jî, yên ku pêwiste xwe biguhêrînin ne Kurd in, yên ku ji Kurdan jiyanek di bin nîrê koledariyê de dixwazin in.
Yekitiya Ewropa (YE),
- ku bo aşitiya Endonezya û Aceh bi sedan pispor û imkanên mezin pêşkeş dike,
- ku piştgiriya dewleta Filistin dike û her sal bi sedan milyonan Euro li alî teknikî, personalî û aborî alikariya hukumeta Filistinê dike,
- ku bo parastina Albanên Kosova, leşger û timên taybet rêdike û riya serxwebûna Kosovayê vedike,
dikare, bo parastina Kurdistanê jî rolek biçûk bigre ser milên xwe.
Yekitiya Ewropa dikare, bo avakirina dezgehek parastinê wek OSZE (AGİT) li Rojhilata Navîn dest bi kar bike, ber ku Rojhilata Navîn goristana kêmnetewe û gelên bindest e, ber ku wek minak mesela Kurd çar dewletan alakadar dike, ber ku istikrara herêmê bi demokratisekirina dewletên Rojhilata Navîn û çareseriya pirsên gelên bindest derbaz dibe ûhwd.
Yekitiya Ewropa dikare, bo avakirina dezgehek abori û siyasi ya heremê û navdewletî dest bi kar bike. Ereb, Faris, Tirk û Kurd dikarin bi hevre pêvajoyek, prosesek nûjen û modern destpêbikin.
YE dikare li Hewlêrê Bûroyek, Officek veke û bo xurtkirina civaka sivil, bo piştgiriya dezgeh û rêxistinên sivil dest bi xebatê bike. Her ûsa emdamên Yekitiya Ewropa dikarin balyozxane û konsolosxaneyên xwe li Hewlêrê vekin.
YE dikare bi riya konferans û sempozyuman modela YE, ku li ser hîmên federalî pêk tê, hêzên heremê ronî û wana agahdar bike.
YE dikare şirket û firmeyên Ewropî bo maslahata xwe teşvîkî heremê bike, daku ji ali aborî de pêwendi destpêbikin.
Û dinya û cihan, dezgehên navtenewî, ku li ser kuştina Refik Hariri, koşka Beşar Esad dilerizînin, nikarin çavên xwe li hemberî tekoşina Tibetiyan, Çeçenan û Kurdan bigirin.
Mafê her neteweyan heye ku, di nav bexçeya xwe da bijîn
Min ev mînakên, nûmûneyên jorîn, ev mûqeseya mesela Kurd û yên din bo armanca baş fêmkirina Kurdan dan. Ez, wek şexs ne li dijî dewletên biçûk im, ku mın navê wan dan. Mafê her millet û neteweyan heye ku, di nav bexçeya xwe de li gora dilê xwe bijîn. Dîsa, ez ne li dijî alikariya hêzên navnetewî bo çareserkirina hinek pirsên netewî me ku, îro li Filistîn, li Aceh, li Kosovayê tên meşandin. Lê ez dijî pîvan, kriter û standartên du alî me û dibêm ev durûtiye. Pêwiste li qada navnetewî de pîvan û standart yek bin.
Rêberên gelê Kurd, Birêz Mesud Barzanî û Birêz Celal Talabanî gelek caran diyar kirin ku Kurd, di nav Irakek demokratik û federal da dixwazin bijîn. Lê dema ku riyek ûsa bê girtin, bernameyek, programek hêzên navnetewî heye, ku Kurdan li hemberî êrişan biparêzin? Wexta ku Kurd bexçeya xwe dijî êrişkeran biparêzin, ev sucdar dibin?
Erkên Kurdên Ewropayê
Îro li Ewropayê milyon heta milyonûnîv Kurd dijîn. Bi sedan, bi hezaran insanên me yên têgîhiştî hene. Lê dîsa jî, piştgiriya Kurdistana Başûr gelek sist e. Di nav Kurdan de, di nav gelên Ewropî de bêdengiyek mezin heye û mesela Irakê îro jî, sibê jî naqete û hal nabe. Û piştgiriya Kurdistanê tenê bi daxuyaniyên internetê jî nagêhêje armancê. Pêwiste li her welatê Ewropayê komiteyên piştgiriya Kurdistanê bên sazkirin û lobî û gihandina raya gelemperî bi xurtî bê meşandin.
Dema ku komite û dezgehên me hebin û di nav de dostên Ewropî, çi siyasetmedar, ji rojnamevan û çi pispor, cih bigrin, dikarin tesîrek baş li ser hukumetên wan dewletan bikin. Ber ku em hemû jî dizanin vijdana dewletan nîn e, dewlet di riya maslahetên xwe dimeşin. Lê meriv dikare tesîrê li ser van bike.
Dîsa pewiste hukumeta Kurdistanê, ji her dewletên Ewropa heyetên ku ji siyasetmedar, rojnemevan, pispor û ji dostên Kurdan pêktên, dawetê Kurdistanê bike, daku ev Kurdistan baş nasbikin û bo lobiya Kurdistanê bikaribin bixebitin.