Serrûpel Nûçe DAIŞ xwedî li teqîna Heseke derket (vîdyo)

DAIŞ xwedî li teqîna Heseke derket (vîdyo)

Belav bike

Teqîn vê êvarê saat di 19.45’an de  li nêzî firina Sala ya li taxa Salihiyê pêk hat. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê û birîndaran dane, teqîn di encama êrîşeke xwekujiyê de pêk hatiye.

Welatiyên ku di teqînê de birîndar bûne diyar kirin ku kesekî bi motorsiklet hatiye nêzî firinê û piştre jî bi peyatî ketiye nava welatiyan û xwe teqandiye.

Di teqînê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Wetenî, Hitmê û Leşkerî. Li gorî agahiyên ku rayedarên nexweşxaneyan dane di êrîşê de 2 jin, 3 zarok bi giştî 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Asayîşê li cihê teqînê lêkolîn dikin. (ANHA)