Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlod Çavuşuglu ragihand ku welatê wî û Amerîka di derbarê çarenivîs û pêşeroja Munbicê de li hev kirine û Washintonê şertên Tirkiyê qebûl kirine.
Çawişuglu ret kir ku behsa naveroka rêketinê bike û bal kişande ser 120 koçberên Sûrî ku çûne tirkiyê ji ber bûyerên ku li Munbicê diqewimin û derbarê wergirtina wan koçberan de ragihand, Tirkiyê di wê baweriyê de ye ku navçeyeke aram ji bo koçberan li ser axa Sûriyê bê peyda kirine.