Serrûpel Nûçe “Kilît di dest Barzan de ye“

“Kilît di dest Barzan de ye“

Belav bike

.


Endamê Polîtboruya YNKê Cefer Şêx Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo çarserkirina pirsên li herêmê demildest lihev bikin.


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh bi hlekefta Cejna Remezanê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kiribû, ku bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê piştî cejnê bi hev re bicivin.

 

Barzanî wiha gotibû: “Ez hêvî dikim, piştî cejnê partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicivin û li ser referandumê û têkiliyên Herêm û Bexdayê bigihîjin komdengiyeke niştîmanî û derbarê rewşa siyasî ya Herêmê de jî çareseriyekê bibînin.

 

Cefer Şêx Mistefa derbarê peyama Barzanî de wiha got:


“Mifteya çerseriya pirsan niha di destê Birêz Mesûd Barzanî de ye. Barzanî hem li Kurdistanê û hem jî li cîhanê muxatab tê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî înîsiyatif di destê wî de ye.”


Şêx Mistefa wiha domand: “Birêz Barzanî ji bo yekîtiya siyasî gava pêwîst avêt û derbarê vê yekê de peyama xwe da. Bila aliyên siyasî bo çareserkirina pirsan ji niha pê de guh bidin dengê gelê Kurdistan û Pêşmerge.” Rûdaw