Serrûpel Nûçe “PKK terorîste lê YPG ne rêxistinên terorîst e”

“PKK terorîste lê YPG ne rêxistinên terorîst e”

Belav bike

Berî ku civîna Nato li paytexta Polonya li Warso dest pê bike, Emerîka di derbarê PYD û YPG de peyameke ku ne bi dilê Tirkiyê ye da.

Piştî li serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gotibû, li cem wan tu ferq di navbera PKK, YPG û Daiş de tune ye, Emerîka jî li ser zimanê berdevkê wezareta derve John Kerbî got, helwesta wan ne li ser PKK hatiye gihertin, ne jî li ser YPG-PYD.

Kêrbî got, PKK rêxistineke terorîst e, lê li cem wan YPG û PYD ne rêxistinên terorîst in.

Berdevkê wezareta derve ya Emerîka diyar kir ku ew bang li PKK dikin ku dawî li şer û dundrewiyê bîne û vegere ser maseya goftûgoyan.