Li gorî çavkaniyên Serokwezîtiya Tirkiyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di vê pêwendiya telefonî de bi boneya wergirtina erkê serokwezîrtiyê pîrozbayî li Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim kir.
Nêçîrvan Barzanî herwiha Cejna Remezanê li Bînalî Yildirim pîroz kir û ji ber êrişa ser Firokexaneya Ataturk a Stenbolê jî hevxemiya anî ziman û sersaxî xwast.
Yildirim jî di vê pêwendiya telefonî de spasiya Barzanî kir û ragihand, bo rûbirûbûna wan rêxistinên terorê ku ewlehî û îstîqrara herêma Tirkiyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin armanc, pêwîstî bi karê hevbeş heye.
Serokwezîr Barzanî jî derbarê têkoşîna li dijî terorê de tekezî li ser karê hevbeş bo nehêlana metirsiyan kir.
Di gotûbêjên xwe de, Barzanî û Yildirim herwiha tekezî li ser xurtkirin û bihêzkirina pêwendiyên navbera Hewlêr-Enqerê di hemû waran de û bi taybet jî di sektorên aborî, bazirganî û enerjiyê de kirin. Rûdaw