Duh gelek televîzyon û malperên Tirkiyê îdia kiribûn ku yek ji fermandeyên PKKê bi navê Bahoz Erdal (navê wî yê rastî Fehman Husên), li nêzîkî bajarê Qamişlo yê Kurdistana Rojava, rastî êrişê hatiye û jiyana xwe ji dest daye.
Her çiqas PKKê ew bûyer derewand jî lê medyaya Tirkiyê dîsa li ser wê yekê îsrar dike û heta niha jî behsa wê yekê dike.
Lê saziya Çavdêra Mafên Mirov a Sûriyê, ku nêzîkî Artêşa Azad a Sûriyê ye, ji zarê rayedarên YPGê ragihandiye, Bahoz Erdal sax e û tiştek pêk nehatiye.
Medyaya Tirkiyê îdia kiribû ku Bahoz Erdal, ji aliyê çekdarên “Tabûra Til Hemîs” ve, ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin, hatiye kuştin.
Herman Xalid
BasNews –