Protokolek leşkerî û siyasî di navbera Kurdistanê û Emerîka de hate îmzekirin. Di merasîma îmzekirinê de, serok Mesûd Barzanî jî amade bû.
Protokola eskerî û siyasî ku yekemîn care di navbera wan her du welatan de tê îmzekirin, ji aliyê wezîrê navxwe û wezîrê bergirî bi wekalet Kerîm Sincarî û cîgira wezîra bergirî ya Emerîka Elisa Stolkin ve hate îmzekirin.
Li gor protokolê wê Pêşmerge ligel Emerîka di şerê DAIŞ de berdewam bin, û wê êdî Emerîka mehane mûçeyê pêşmergeyan bide.
Emerîka hinek garantiyên siyasî jî dane Kurdistanê.