Îro 14.07.2016ê gotûbêjê fermî yê PDKê beyanameyek belav kir û amaje bi vê yekê dike ku, demeke çend malper û kanalên televizyonên ser bi PKKê hin nûçe û zanyariyên vala û bê bingeh belav dikin û navên dost û alîgirên partiyame teşhîr dikin. Ji ber vê xelkê tekoşer ê Kurdistanê em agahdar dikin ku ew nûçe û zanyariyane vala û bê bingehin û ji rastiyê dûr in. armanca PKKê bi vê berevajî kirin û êrîşa ragehandinî bi dû armanca tê kirin, a yekem: rewabûnê dixwazin bi zordariyê pêkbînin li wan gundên ku di kontrola wan de ne û nahêlin hejmareke zêde yên ji wan gundane bêne avakirin û ewên ku hatine avakirin jî dûbare ji bo bêne valakirin û wêrankirine. Ew jî tevgerîna wan a bi dehan sala ne. Ya dûyem jî: Ji bo neşirîn kirina partiya meye di çavê xelkê de û nîşandana dijatiya hewldanên netewî û niştîmanî yên partiyame yên referandom û serxwebûna Kurdistanê ne.
Di beyanameyê de tê gotin: Ya rast PKK dest li wan nûçeyên vala û bê bingeh û zanyariyên xelet ên belav dike dest lê berde û divê bê zanîn ku herkes û aliyekî destdirêjî bike ser endam û alîgirên partiya me, divê li benda pêkanînên tûnd ê partiya me be.