Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji Almanya re xwest

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji Almanya re xwest

Belav bike

Serokwezîrê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de êrişa bajarê Munich li Wilayeta Bavaria ya Almanya şermezar dike, ku hijmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Teksat peyama Serokwezîr:

Mixabin şeva Înê 22-7-2016, çekdarekê li bajarê Munich ya Wilayet Bavaria li Almanya li cihekê giştî gule berdane ser xelkê ku di encam de hijmarek welatiyên sivîl hatine kuştin û hijmark jî birîndar bûne. Em li hikûmeta Herêma kurdistanê bi tundî vê kiryara terorîstî şermezar dikin û sersaxiyê ji Gel û Hikûmeta Almanya û kes û karên qurbaniyên vê bûyera nexwaz dikin û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran dixazîn.

Bûyerên bi vê awayê, vê yekê ji me dixwazin ku karên hevbeş ji bo nehêştina vê diyardeye xerîb zêdetir bikin ku wusa diçe hemû cîhanê bi xwe ve digire, bi taybetî ku hin girûp çê bûne û xelkê han didin ji bo kiryarên terorîstî û kuştina welatiyên sivîl li cihên giştî, lewma bihêzkirina karên hevpar ji bo berhingarbûna kiryarên terorîstî, divê bibe yek ji karên herî pêşîneyên me.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

23-7-2016