Serrûpel Nûçe Ji ber navê Barzanî ew bi îşkencê kuştin

Ji ber navê Barzanî ew bi îşkencê kuştin

Belav bike
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku lijneyek ji bona lêkolînkirina li ser bûyera kuştina wî xortê Kerkûkî, ku tê gotin “ji ber tatoya ser pişta xwe” hatibû kuştin, hatiye avakirin.

Li malpera BasNewsê ku duh wêneya wî xortê Kerkûkî, yê ku pêr li bajarê Kerkûkê kuştî hatibû dîtin, belav kir. Di wêneyê de tê dîtin ku wî xortî li ser pişta xwe peyva “Bijî Barzanî” tato kiriye. Malbata wî dibê, hêzên asayişa YNK’ê ji ber tatoya ser piştî wî, ew kuştine lê asayiş vê yekê red dike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, di daxuyaniyeke nivîskî de da zanîn ku piştî belavbûna xebera kuştina xortê Kerkûkî yê bi navê Barzan Mihemd Rehîm, bi fermana  Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî, lijneyek ji bona lêkolînkirina wê bûyerê hatiye avakirin.

Kadroyên PDKê yên li Kerkûkê, Asayişa girêdayî YNKê li vî bajêrî bi kuştina wî xortê Kerkûkî tohmetbar dikin û dibêjin, hêzên YNKê ji ber tatoyên ser pişta wî yên bo piştevanîkirina Barznaî, Barzan Mihemed Rehîm di bin îşkenceyê de kuştine.

 

Asayişa YNKê li Kerkûkê îdîayên kadroyên PDKê red dike. Berdevkê Asayişa YNKê li Kerkûkê, emîd Simko Mehmûd di daxuyaniyekê de red kir, ku ew xort ji aliyê wan ve hatibe kuştin.

 

Simko Mehmûd ji Rûdawê re got: “Em li ser azadiya nêrînan ti kesî nagirin.”

 

Lê belê Simko Mehmûd înkar nake, ku di heyamên borî de ew xortê Kekrûkî ji aliyê hêzên ser bi Asayişa YNKê li Kerkûkê hatiye girtin û dibêje, tenê bo dema çend saetan hatibû girtin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku lijneyek ji bona lêkolînkirina li ser bûyera kuştina wî xortê Kerkûkî, ku tê gotin “ji ber tatoya ser pişta xwe” hatibû kuştin, hatiye avakirin.

Li malpera BasNewsê ku duh wêneya wî xortê Kerkûkî, yê ku pêr li bajarê Kerkûkê kuştî hatibû dîtin, belav kir. Di wêneyê de tê dîtin ku wî xortî li ser pişta xwe peyva “Bijî Barzanî” tato kiriye. Malbata wî dibê, hêzên asayişa YNK’ê ji ber tatoya ser piştî wî, ew kuştine lê asayiş vê yekê red dike.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah, di daxuyaniyeke nivîskî de da zanîn ku piştî belavbûna xebera kuştina xortê Kerkûkî yê bi navê Barzan Mihemd Rehîm, bi fermana  Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî, lijneyek ji bona lêkolînkirina wê bûyerê hatiye avakirin.

– See more at: http://basnuce.com/ku/news/17566/barzani-fermana-avakirina-lijneyeke-da#sthash.rcvThleI.dpuf