Îro yekşemî Fraksyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Palramentoya Kurdistanê derbarê kuştina xortê Kerkûkî yê bi navê Barzan Mihemed Rehîm de daxuyaniyek belav kir.
Di vê daxuyaniyê de, Fraksyona PDKê dibêje, ku bûyera îşekencekirin û kuştina xxortê Kurd ê rûniştvanê Kerkûkê yê bi navê Barzan Mihemed Rehîm di çend rojên borî de vîjdana zindî ya hemû mirovdostan hejand.
Fraksyona PDKê da xuyakirin, ku tawana kuştina Barzan Mihemed Rehîm binpêkirina aşkere ta yasa û prensîpên navdewletî yê mafên mirov, yasayên navxweyî, tekstên pîroz ên olî û adeta pêkvejiyanê, ku bûye sembolek bo naskirina bajarê Babegurgur û Kerkûk a dilê Kurdistanê, ye.
Di daxuyaniya Fraksyona PDKê de tê gotin: “Ya ku bûye sedema kûrtirbûna dilgiraniya hemû aliyan, enamdana wê kirdara hovane, weke ku encamên destpêka nîşan didin, bi şêweyeke rêxistinkirî û tirsnokane bûye.”
PDK hevxemiya xwe li gel malbata wî xortê Kerkûkî tîne ziman û dibêje: “Em bi tundî wê destê reş ê mirovkuj şermezar dikin, ku tawanek wisa encam dide û bêvîjdanî û dirrindeyiyek bêhempa nîşanî hemûyan dide.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de jî daxwaz ji aliyê têkildar tê kirin, ku bi erkê xwe rabin û tawanbaran bigihînin cezayê xwe û encamên lêkolînan ji raya giştî re rabigihînin. Rûdaw