Serrûpel Nûçe Barzanî fermana Qamişlo derxist

Barzanî fermana Qamişlo derxist

Belav bike

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi êrîşên terorîstiyên berî sibehiya roja çarşem 27.07.2016 ya li ser xuşk û birayên me yên li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê gelek dilteng û xemgînim ku li encamê da hejmarekî zêde şehîd û birîndar bûn. Gelek bi tundî vê êrîşa dirindaneya terorîstan şermezar dikim, serxweşiyê li kesukarên şehîdên vê rûdana diltezînane dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim. Pêwîste parêzgeha Dihok û dam û dezgeh û saziyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanên xwe ve yarmetiya lêqewimiyan û birîndarên rûdana terorîstiya Qamişlo bidin.

Mesûd Barzanî
27.07.2016