Serrûpel Nûçe “Em amade ne bi her awahî alîkariya Qamişlo bikin“

“Em amade ne bi her awahî alîkariya Qamişlo bikin“

Belav bike

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di peyamekê de teqîna li Qamişlo bi tundî şermezar kir û ragihand ku ew amade ne bi her awahî alîkariya Qamişlo û qurbaniyên wê bikin. Serokwezîr Barzanî sersaxî ji malbatên şehîdan û selametî ji birîndaran re xwest.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, terorîstan careke din îsbat kirin ku ew dijminê gelê Kurd û Kurdistanê ne.