Serrûpel Nûçe Bersiva van pirsan bidin xelkê Qamişlo!

Bersiva van pirsan bidin xelkê Qamişlo!

Belav bike

Divê asayîş bersiva van pirsan bide…
– Kamyona bombekirî çawa dikaribû hemû seytereyan derbas bike û xwe bigihîne Taxa Xerbî û biteqe? Asayîş li kuderê bû? Li wê derê gelek seytereyên asayîş hene? Asayîş di xew de bû? Yan hinek kes di nava asayîşê de hene çavên xwe girtin? Yan jî di nava asayîşê de xayîn hene?
– Qedexeye kamyon ji Amûdê derbasî nava Qamişlo bibin, ew kamyona bombekirî çawa derbasî nava bajêr bû?
– Dibêjin Asayêşê berî teqînê navenda xwe ji Taxa Xerbî biriye taxa Pîşesaziyê (Sînaa), çima?
– Dibêjin 10 deqeyan berî teqînê helîkoptereke rejînê di ser cihê teqînê re difiriya, ew çi bû?
Û gelek pirsên din, divê TEV-DEM, PYD, Kanton û hemû dezgehên wan yên asayîş, YPG, YPJ û asayîş û istîxbara wan bersivan van pirsan bidin gelê Qamişlo…