Çima dawetkirina Esed qebûl nekirin? Vîdyo
Serkirdeyê Kurd, Fûad Elîko behsa nehêniyên dawetkirina esed dike ji bo partiyên rojavayê kurdistanê
Yekemîn car: Protokola eskerî hate îmzekirin (vîdyo)
Protokolek leşkerî û siyasî di navbera Kurdistanê û Emerîka de hate îmzekirin. Di merasîma îmzekirinê de, serok Mesûd Barzanî jî amade bû.
Protokola eskerî û siyasî ku yekemîn care di navbera wan her du welatan de tê îmzekirin, ji aliyê wezîrê navxwe û wezîrê bergirî bi wekalet Kerîm Sincarî û cîgira wezîra bergirî ya Emerîka Elisa Stolkin ve hate îmzekirin.
Li gor protokolê wê Pêşmerge ligel Emerîka di şerê DAIŞ de berdewam bin, û wê êdî Emerîka mehane mûçeyê pêşmergeyan bide.
Emerîka hinek garantiyên siyasî jî dane Kurdistanê.
Bi kîjan serkirdeyê Ereb re seks kiriye eşkere kir
Wezîra derve ya berê ya Îsraîlê Tzipi Livni navê wan serkirdeyên Ereb eşkere kir ku bi wê re seks kirine.
Tzipi Livni got, ji wan kesên ku bi wê re seks kirine, 2 serkirdeyên Filistînî, Sain Ureyqat û Yaser Ebid Rebû.
Ew dibêje, kenîseyê ew piştrast kiriye ku ji bo xizmeta Îsraîlê sekskirin helal e.
Çi bi serê Fermandarê PKK hatiye?
Saziya Çavdêra Mafên Mirov li Sûriyê, ku navenda wê li Brîtanyayê ye, ragihand, fermandeyê PKKê yê bi navê Bahoz Erdal nehatiye kuştin.
Xwepêşandana ENKS li Almanya (foto)
ENKS nûnertiya Ewropa li Almanya bajarê Dortmundê xwepêşandanek li dijî kiryarên PYD yên girtina siyasetmedarên Kurd, binpêkirina mafên mirovan, qedexekirina karê medyayê û komkujiya Kobanî û Amûdê, li darxist. Di xwepêşandanê de ji gelek bajarê Almanya Kurd beşdar bûn.
Di xwepêşandanê de serokê ENKS Brahîm Biro amade bû û axaftinek kir.
Her du serokwezîr bi telefonê axifîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bi rêya telefonê gotûbêj kirin.
Dilbixwîn Dara: Bi xatirê we (VÎDYO)
Pêşkêşkarê bernameya 2 Alî Dilbixwîn Dara di derbarê bernameya 2 Alî de daxuyaniyek da.
“PKK terorîste lê YPG ne rêxistinên terorîst e”
Berî ku civîna Nato li paytexta Polonya li Warso dest pê bike, Emerîka di derbarê PYD û YPG de peyameke ku ne bi dilê Tirkiyê ye da.
Piştî li serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gotibû, li cem wan tu ferq di navbera PKK, YPG û Daiş de tune ye, Emerîka jî li ser zimanê berdevkê wezareta derve John Kerbî got, helwesta wan ne li ser PKK hatiye gihertin, ne jî li ser YPG-PYD.
Kêrbî got, PKK rêxistineke terorîst e, lê li cem wan YPG û PYD ne rêxistinên terorîst in.
Berdevkê wezareta derve ya Emerîka diyar kir ku ew bang li PKK dikin ku dawî li şer û dundrewiyê bîne û vegere ser maseya goftûgoyan.
“Kilît di dest Barzan de ye“
Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Cefer Şêx Mistefa got, pirsên li Kurdistanê bi tenê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikare çareser bike