Serrûpel Nûçe PYD êrîşî ofîsên PDK-S û YEKÎTÎ kir

PYD êrîşî ofîsên PDK-S û YEKÎTÎ kir

Belav bike

Li Qamişlo asayîş û alîgirên PYD êrîş birin ser ofîsên PYD û partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê. Alîgirên PYD bi alîkariya asayîşê sloganên li dijê ENKS avêtin, ala Kurdistanê xistine bin lingê xwe , boyaxa reş avêtine ser ala Kurdistanê, telefon ji destê xelkê girtin ji bo ku kesek vîdyo û fotoyan negire. PYD ev êrşî bi navê Malbatên Şehîdan birêve bir. ENKS di daxuyaniyekê de ev kiryarên PYD şermezar kir û weke gaveke xeter da zanîn û got ev êrîş ji ber feşela PYD ya îdarî û siyasî ye û got ev êrîş wê tu caran xebata wan ranewestînin.