Asayîşa PYD li Qamişlo, serokê ENKS Brahîm Biro girt û birin cihekî ne diyar…
Biro her wiha sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê ye.
Ev demeke dirêj bû serokê ENKS Birahîm Biro ji aliyê PYD-Asayîş û alîgirên wê ve dihate tehdîdkirin.
Di van rojên dawiyê de jî, Ciwanên PYD êrîşî partiya YEKÎTÎ, PDK-S û ENKS kiribû û ew weke xayîn bi nav kiribûn.
Her wiha wan ciwanan ala Kurdistanê xistibûn erdê û (Xayîn) li ser nivîsandibûn.
Bi Brahîm Biro re, endamê komîteya pêwendiyên derve di ENKS de, Silêman Oso jî hate girtin.
Ew li nava bajêr hatine girtin.