Asayişa Rêveberiya Xweser li Qamişlo avête ser ofîsa PDK -S û çend kesên din jî girtin, û rê li ber cenazeya Pêşmergeyê şehîd Hebîb Qedrî Mihemed girtin.
Dema ku xelk li pêşiya ofîsa PDK-S kom bû û li benda cenazeyê Pêşmergeyê şehîd bûn, Asayişa Qamişlo avête ser ofîsê û çend kesên ku beşdar bûn girtin, navê 9 girtiyan jî ev in: Ferhad Kemal, Şehbaz Nezîr Ismaîl, Himber Mihiyedîn Osê, Mihemed Xêr Xelef, Mizgîn Remedan, Qadir Ezîz, Rewan Qadir, Perwer Celal, Mahir Ehmed Erebo.
Heman çavkaniyê got di nav girtiyan de rojnamevan û medyager hene.
dema ku cenzaeya Pêşmergeyê şehîd Hebîb Qedrî Mihemed ji deriyê Sêmalka derbasî nav Rojavayê Kurdistanê bû, hejmareke mezin ji xelkê deverê bi cenazeyê re birêketin, lê li ser rêbendeke Asayişê, rê li ber xelkê hat girtin, û piştre ew xelk bi zorê ew rêbend derbas kirin.